YPG: Me li Til Koçer 7 bargehên leşkerî bidest xist

YPG: Me li Til Koçer 7 bargehên leşkerî bidest xist

Navenda Ragîhandina YPG’ê diyar kir ku di çarçoveya ‘‘Opersyona Şehîd Çekjîn a Şoreşgerî de’’ hêzên YPG’ê şevê din li derdora Til Koçer êrze çalakî li dijî bargehên komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ)/Eniya El-Nusra lidar xist. YPG’ê destnîşan kir ku di çalakiyên li herêma di navber gundên Mişêfer û Seydiya yên Til Koçer de hatin lidarxistin 7 bargehên komên çete hatin bidestxistin. Her wiha gelek kuştî û birîndarên komên çete çêbûn, tangek hate derbkirin û weayîtek doçka jî hate ruxandin.

Têkildarî çalkiya hêzên YPG’ê ku şevê din di çarçoveya ‘‘Opersyona Şehîd Çekjîn a Şoreşgerî de’’ pêk hat. Navenda Ragîhandina YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di çarçoveya qonaxa 3’yemîn a ‘‘Opersyona Şehîd Çekjîn a Şoreşgerî de’’ û bi armanca dûrxistina çeteyên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê(DAIŞ) û çeteyên alîgirên wan ji herêmên Rojava,  şevê din hêzên YPG’ê çalakiyên bi bandor li darxistin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di çalakiyên ku li derdora gundên Mişêfre û El-Sedîdiye yên Til Koçerê pêk hatin de 7 bargehên komên çete (bendên kontrolê, Qerqolên sînor û mezre) hatin bidestxistin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate ragîhandin ku komên çekdar piştî ku gelek kuştiyî û birîndarên wan çêbûn, 7 cenaze li pey xwe hiştin û ji herêmê reviyan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG’ê di van çalakiyan de tangek çeteyan derbekir û wesayîtek doçka ruxand.

Derheqê êrîşên li Helebê jî di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:‘‘Pevçûnên li Helebê ku di navbera şervanên Eniya El-Ekrad û tabûrên Artêşa Azad de didomin û di encamê de zêdeyî 10 çeteyên êrîşkar hatine kuştin û gelek ji wan birîndar bûne.’’

Di daxuyaniyê de hate gotin  ku di dema komên Çete ên DAIŞ/ Eniya El-Nusra û çeteyên bi ser wan ve li Rojava derbeyên mezin dixwin, tabûrên Artêşa Azad li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên Helebê êrîşî Eniya El-Ekrad ên ku kurdên herêmê diparêzin, dikin. Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG’ê dê piştgiriya Eniya El-Ekrad bike û bang li fermandarên Artêşa Azad hate kirin ku derbarê piştgiriya xwe ya bi DAIŞ/Eniya El-Nusra û êrîşên wan ên dijmirovahî re zelal, bikin.