YPG: Operasyona me dê bidome

YPG: Operasyona me dê bidome

Navenda Çapemeniya YPG'ê diyar kir ku hêzên wan şevê din dest bi operasyona şoreşgerî ya "Şehîdên Tirbespiyê û Til Elo" kirine û di encamê de 4 gund û 3 mezreayên derdora Til Koçer ku komên çete yên DAIŞ'ê wekî baregeh bi kar tanîn rizgarkirine, hejmarek çete hatine kuştin û gelek cebilxane jî desteserkirine. YPG’ê diyar kir ku ewê operasyona xwe ya şoreşgerî dê bidomînin.

Navenda Çapemeniya YPG'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan şevê din li herêma Til Koçer operasyona şoreşgerî ya "Şehîdên Tirbespiyê û Til Elo" dane destpêkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama operasyonê de gundên Sidêdiyê, Sîha, El-Werdiye û El-Biwêta yên girêdayî bajarokê Til Koçer û 3 mezreayên li herêmê ku komên çete yên DAIŞ'ê wekî baregeh bikar tanîn rizgarkirine. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin komên çete yên ku windahiyên mezin dane cenazeyên xwe li pey xwe hiştine û ji herêmê reviyane.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG'ê gelek çek û alavên leşkerî desteserkirine û ev agahî hatin dayîn: "Hêzên me ku tirs xistin dilê komên çete 2 doçkayên 14.5, 2 doçkayên 12.7, 6 reşaşên BKC, 5 ABC, 3 çekên sekvaniyê, 3 birno, 18 kilaşinkof, debançeyek, 4 mayînên dijî tangan, 15 rext, 21 guleyên ABC, dûrbînek şevê, 6 wesayît, 3 cîhazên bê têl û hejmarek zêde ji cureyên bombe û guleyan desteserkirin.’’ 

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku qonaxa yekem a operasyonê bi serkeftî derbas bûye û ji bo parastina hemû pêkhateyên herêmê dê operasyona wan bidome. Di berdewama daxuyaniyê de bang li partî û rêxistinên siyasî û civakî hate kirin ku piştgiriya hêzên YPG'ê bikin. Her wiha bang li ciwanan hate kirin ku tevlî hêzên YPG'ê bibin û di parastina herêmên xwe de cih bigirin. Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku YPG’ê soza bi şehîdan re daye dê bi cih bîne û heta dawî li ser xeta xwe ya parastina rewa dê hemû pêkhateyên Rojava biparêze.