YPG: Operasyona şoreşgerî bi serketî bi dawî bû
YPG: Operasyona şoreşgerî bi serketî bi dawî bû
YPG: Operasyona şoreşgerî bi serketî bi dawî bû
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku operesyona şoreşgerî ya "Tolhildana Şehîdên Çilaxa û Tirbespiyê" bi serketî bi dawî bûye. Fermandariya YPG'ê destnîşan kir ku di encama operesyonê de gundên herêma Çilaxa, Rimêlan û Girkê Legê ji bermahiyên hêzên tarî û komên çete hatin paqijkirin
Fermandriya Giştî ya YPG'ê têkildarî operasyona şoreşgerî ya "Tolhildana Şehîdên Tirbespiyê û Çilaxa" daxuyaniyek nivskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku pêngava 3. û dawî ya operasyonê serketî bi encam bû. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di encama operesyonê de gundên herêma Çilaxa, Rimêlan û Girkê Legê ji bermahiyên hêzên tarî û komên çete hatin paqijkirin û ev tişt hatin gotin: " Hêzên me bi armanca parastina aramiya herêmê, çalakiyên serketî û bi lez li dijî komên çete yên ku aramiya herêmê binpê dikin lidarxistin. Di encama çalakiyan de çeteyên tarî ku ji derveyî herêmê hatibûn, xêra û bêra herêmê didizîn û xelkên herêmê kiribûn bin xizmeta polîtîkayên xwe yên qirêj ji herêmê hatin derxistin."
Di berdewam daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên YPG'ê di encama pêngava 3. de gundên Til Elo Xemir, Sewami (Depoyên Genim), Girê Gatê, Girhoka jêrîn, Elî Axa, Yûsifiyê, Cinêdiyê, Ebû Hecer û Mezreyên herêmê rizgar kirin. Her wiha fabrîqeya Dicla jî ji destê komên çete hate derxistin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komên çete yên tarî li ber berxwedana YPG'ê têk çûn û bê hêz bûn û wiha hate domandin: "Hêzên tarî li ser hêza şervanên me bê hêz bûn û piştî çekên xwe û cenazeyên xwe li pey hiştin ji meydana şer reviyan, her wiha hinek ji wan xwe radestî YPG’ê kirin. Herî dawî Tabûra Lîwai El-Tewhîd û El-Cîhad li derdora gundê Girhok reviyan û çekên xwe yên ku ji Tangek, Katyoşa, Topek û gelek çek û guleyên curbecûr li dû xwe hiştin û reviyan."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komên çete ku gelek kuştî dan kiryarên dijî mirovahî pêk anîn û wiha hate domandin: "Komên çete ku li ber berxwedana şervanên me têk çûn gelek avahî, sazî û kargehên petrolê yên herêmê şewitandin. Çeteyên ku ev demeke dirêj e petrolê ji fabrîqeya Dicla didizîn, agir bi avahiyên fabrîqeya Dicla û hin bîrên petrolê yên herêmê xistin."
'HERÊMA DÊRIKÊ BI TEMAMÎ RIZGAR BÛ'
Fermandariya Giştî ya YPG'ê di berdewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku piştî herêma Dêrik bi giştî ji komên çete û hêzên tarî hatiye rizgarkirin ew dawî li pêngava 3. û dawî ya operasyonê tînin.
'YPG HÊZA AZADÎ Û NIRXÊN MIROVAHIYÊ YE'
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG'ê bi şerê xwe yê parastina şoreşgerî îsbat kiriye ku ew hêza azadî û parastina nirxên mirovahiyê yên hemû Sûriyê ne û ev tişt hatin gotin: "Berxwedana hêzên me îsbat kir, ku ew hêzên parastina hemû pêkhateyên herêmê ne, bi vê yekê hêzên me îsbat kirin ku ew in hêza şoreşgerî ya Sûriyê û parastina hemû pêkhateyên herêmê bikin. Em bi vê munasebetê careke din bang li hemû şêniyên herêmê yên bi rûmet ji Kurd, Ereb bi hemû eşîrên wan dikin ku di vê qonaxa hesas de dest bidin hev û meclîsên xwe yên gundan ava bikin û bi xwe herêma xwe ku hate azadkirin birêve bibin. Hêzên me jî soz dide hemû pêkhateyên herêmê ku ewê nûnertiya hemû pêkhateyên herêmê bikin."
JI YPG'Ê BANGA BIRATIYÊ
Fermandariya YPG'ê serketin li hemû gelê herêmê pîroz kir û bang li hemû pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Xiristiyan, eşîre, malbat û kesayetan kir ku bi hêzên wan re bibin yek û ev tişt got: "Em bang li hemû pêkhateyên herêmê dikin ku bi hêzên me re bibin yek. Kom û yekîneyên xwe ava bikin û tevlî nava refên YPG'ê ku îsbat kirin ku ew hêza parastina azadî û rûmeta hemû herêmê ye, bibin."
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên wan dizanin ku gelê herêmê ji komên tarî gelek ziyan dîtin ev tişt hatin gotin: "Em dizanin ku gelên herêmê ji destê gawiran û hêzên tarî gelek ziyan dîtin. Em dizanin van komên tarî bi darê zorê xelkên herêmê dixistin bi xizmeta xwe û berê wan didan şaştiyan. Li ser vî esasî em banga wekheviyê û biratiyê dikin û em hemû kesên ketibûn şaştiyan bi şertê ku dest ji kiryarên xwe berdin efû dikin."
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em serketinê diyarî gelê xwe dikin û em soz didin ku em ê li ser xeta şehîdên xwe dewam bikin û em ê berxwedana li dijî komên tarî bidomînin heta avakirina welatekî demokratîk û azad gelê kurd karibe xwe birêve bibe. Em soz didin ku em ê asta berxwedana xwe bilind bikin heta em karibin mafên xwe yên ku şehîdên me canê xwe ji bo wê dan. Serketinê bê guman nêzîk bû ye."