YPG: Partiya Yekitî rastiyan berevajî dike

YPG: Partiya Yekitî rastiyan berevajî dike

Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a herêma Dirbêsiyê destnîşan kir ku Partiya Yekitî (baskê Îbrahîm Biro) bi daxuyaniyên xwe yên şaş, nîşan dide ku ew partiyeke alîgirê komên çete ye.

Daxuyaniya Partiya Yekitî (baskê Îbrahîm Biro) ya îdîa dikir ku fermandariya YPG'ê gef li gundiyên Dîk ê Dirbêsiyê xwariye ku eger rê nedin YPG li ser rêya gund bendên kontrolê deyne wê gund bişewitîne, ji aliyê YPG'ê ve hat derewandin.

Der barê mijarê de fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a herêma Dirbêsiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku daxuyaniyên Partiya Yekitî bê berpisyarin û ji rastiyê dûrin, ew daxuyanî nîşana wê yekêne ku ev partî piştgiriya komên çete dike.

Di daxuyaniya fermandariya YPG'ê ya Dirbêsiyê de ev tişt hatin gotin: "Daxuyaniyên partiya Yekitî derewin û ji rastiyê dûr in, ev partî bi armanca reşkirinê û berevajîkirina rastiyan daxuyaniyên bê berpirsyarî dide. ev tişt nîşan didin ku ev partî piştgiriya komên çete yên êrîşê Rojavayê Kurdistanê dikin, dike."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gundê Dîkê 30 km li rojavayê Dirbêsiyê dikeve, ev gund ser xaçerêya gelek gundan e û ew jî li gorî erkên xwe yên parastinê nêzî vê herêmê dibin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ev kes bi zanebûn an jî nezanî, peyvên xwe divê hilbijêrin û ji ber ku rewşan tênagihîjin nizanin çi dibêjin. Em hêzeke leşkerî ya girêdayî Desteya Bilind a Kurd in, vê partiyê jî hevpeymana Hewlêrê îmze kiriye, em ne çekdarên partiyane wek ev partî û hin partiyên din ku dixwazin me nîşan bidin."

Fermandariya YPG'ê ya Dirbêsiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir berevajî daxuyaniyên partiya yekitî, yekîneyên YPG’ê li herêma Dirbêsiyê ji bo ewlehî û parastina welatiyên herêmê bi şev û roj di nava liv û tevgerê dene.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: ‘’Meclîsa Gel a Dirbêsiyê ji welatiyên gundê Dîkê û gundên derdorê re civînek lidar xist û xwest ku meclîsa gund ava bike. Di civînê de mijara ku pêwîste şêniyên gund ji bo parastinê li ser rêya gund bendeke kontrolê ava bikin hate rojevê, lê endamên vê partiyê xwe ji erkên parastinê paş de kişandin û ji civînê derketin.’’

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku YPG dê ji bo parastina hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdisanê têkoşîna xwe dewam bike.