YPG: Rêjîmê di Cejnê de êrîşî Şêxmeqsûd kir
YPG: Rêjîmê di Cejnê de êrîşî Şêxmeqsûd kir
YPG: Rêjîmê di Cejnê de êrîşî Şêxmeqsûd kir
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek nivskî weşand û da zanîn ku hêzên rêjîmê di yekem roja cejna Remezanê de êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kiriye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên rêjîma Baas hîn dev ji hewldanên xwe yên dagirkirina taxa Şêxmeqsûd bernedaye, êrîşan pêk tîne û bi hawanan taxê topbaran dike. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku hêzên rêjîmê hîn taxê topbaran dike, dibe sedama ziyanên canî û madî yê sivîlan û wiha dom kir: ‘‘YPG û YPJ erkê parastina şêniyên taxê dane ser xwe û li ser vî esasî bersiva êrîşan dide.’’
Di daxuyaniyê de hate gotin ku duh yekem roja cejna Remezanê bû, hêzên rêjîma Baas saet di 23.00’an de êrîşî taxê kirin û di encama bersivdayîna şervanên YPG û YPJ’ê yên di xeta pêşî de pevçûn heta saet 04.00’an dom kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama persivdayîna de hêzên rêjîmê piştî ku kuştî û birîndarên wan çêbûn neçar man vegerin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin YPG’ê tu carî ji erkê xwe yê parstina gelê taxê gavan paşve navêje.