YPG: Rimêlan ji hêzên rejîmê tê paqijkirin
YPG: Rimêlan ji hêzên rejîmê tê paqijkirin
YPG: Rimêlan ji hêzên rejîmê tê paqijkirin
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê bidestxistina rêveberiya bajaroka Rimêlan a Girkê Legê ya Rojavayê Kurdistanê de ragihand ku ew ê bajarokê bi temamî ji hêzên rejîmê rizgar bikin û ji karmendên di şîrketên petrolê û karên din ên gelemperiyê de dixebitin xwest ku li ser karê xwe bimînin.
Îro saet di 03.00'an de Yekîneyên Parastina Gel(YPG) riyên ketin û derketina bajarokê Rimêlan girtin, û ketin navenda bajêr. YPG'ê piraniya saziyên bajêr kirin bin kontrola xwe û niha navenda ewlekariyaleşkerî , ewlekariya siyasî û tabûra Hecana ji aliyê YPG'ê ve hatine dorpêçkirin.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê hewldana YPG’ê de daxuyaniyek weşand û got: “Îro di satên sibê de Tûgaya Şehîd Lewend ya herêma Rimêlan a girêdayî YPGê piraniya bajarê Rimêlan xist bin destê xwe, her wiha navendên ewlekariya rejîmê dorpêç kirin. Pêvajoya rizgarkirna bajarê Rimêlan bi awayekî serkeftî dewam dike û dê di demeke kurt de jî ji bermahiyên hêzên rejeîmê Baas were paqijkirin.”
YPG’ê da zanîn ku hêzên wan hewl didin ku navendên deshilatiya Baas û hêzên wê yê ewlekariyê bê ku zerer bigihe saziyên aborî û yên îdarî yên girêdayî Şirketa Petrola Rimêlan, ji bajar derxin û got: “ Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku ev saziyên aborî yên netewî ne û milkê gel in û divê werin parastin. Ji ber vê em bang li tevahî karmend û pispor û rêvebirên ku di şirketa Petrola Rimêlan de kar dikin li ser karê xwe bimînin û karê xwe dewam bikin û bi hêzên me re di nav alîkariyê de bin heta ku rewş zelal dibe. Ji bo ku rê nedin ku şirket zererê bibîne. “
YPG’ê ev bang li şêniyên bajaroka Rimêlanê kir: “Dîsa em bangî tevahî niştecihên bajarê Rimêlan ji Kurd û Ereb û Xiristyan û malabatên karmendên Ereb yên ji bajarê din yên Sûrieyê hatine ku di cihê xwe de bimînin û jiyana xwe bi awayekî normal dewam bikin.”
Fermandariya YPG’ê got: “Weke hêzên YPGê em ê li Rimêlan erkê xwe yê parastinê heta dawî pêk bînin û li bajarê Rimêlan xwedî derkevin heta ku Mecliseke hevbeş ji tevahiya pêk hateyên bajêr ji kurd,Ereb û Xiristyana pêk were.”