YPG saziyên li Tirbespiyê bi dest xistine radestî meclîsê dike

YPG saziyên li Tirbespiyê bi dest xistine radestî meclîsê dike

Gelê Tirbespiyê du roj berê di saetên êvarê de bi alîkariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bajarê xwe ji bermahiyên rêjîma Sûriyeyê paqij kir. Di roja yekem  a azadiya bajêr de saziyên xizmet û karmendên bajêr bi keyfxweşî çûn ser karên xwe. Li aliyê din YPG’ê diyar kir ew dê hemû saziyên ku bi destxistine û navendên ewlekariyê radestî meclîsa bajêr bikin.

Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Tirbespiyê, gelê bajêr bi hemû pêkhateyên wê û bi alîkariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bajêr ji bermahiyên rejîma Baas paqij kirin. Piştî rizgarkirinê hemû pêkhateyên bajêr daketin kolanan pîrozbahî lidar xistin. Ciwanan agir pêxis tin û li dora wê govend girêdan.

Piştî azadkirina Tirbespiyê hemû saziyên bajêr ji aliyê YPG'ê ve tên parastin. Di roja yekemîn ya azadkirina bajêr de saziyên xizmetê bi awayek asayî karê xwe birêve birin û deriyên xwe ji welatiyan re vekirin.

Li aliyê din hate gotin ku wê YPG saziyên li bajêr bi dest xistine radestî meclîsê bike. Têkildarî mijarê  çavkaniyên YPG'ê diyar kirin ew dê hemû saziyan biparêzin  û dema  ku meclîsa sivîl a ku demek beriya niha ji hemû pêkhateyên bajêr hatibû avakirin amade be û karibe bi xwe saziyan biparêze, wê hemû avahiyên saziyên xizmetê radest bikin. Her wiha çavkaniyê YPG'ê dan zanîn ku ew dê navendên ewlekariyê jî radestî hêzên asayîşa bajêr bikin.

Demek beriya niha di navber pêkhateyên Tirbespiyê de peyman hatibû îmzekirin û meclîsa sivîl a ji 30 kesî pêk tê hatibû avakirin. 10 endamên meclîsê Ereb, 10 Kurd, 5 Suryanî û 5 jî Êzdî ne. Piştî avakirinê rayedarên meclîsê diyar kiribûn ku ewê komîteyên xizmetê, aborî, civakî û ewlekariyê ava bikin.