YPG Serêkaniyê ji komên çete paqij dike
YPG Serêkaniyê ji komên çete paqij dike
YPG Serêkaniyê ji komên çete paqij dike
Li Serêkaniyê komên çekdar ê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve derbasî bajêr bûn, li taxa Mehetê, Ebrê, navenda Bazarê, ber depoya avê, riya Hesekê û herêma çargoşeya ewlekarî ya wek navenda saziyên Rêjîma Bassê bûn, bi cî bibûn. Komên çekdar ji van herêman êrîşî gelên sivîl dikirin û segvanên xwe li ser avahiyan bi cî kiribûn. Ji wir êrîşî welatiyan dikirin û dixwestin tevahiya bajêr têxin bin kontrola xwe de.
Komên ku êrîşî sivîlan dikirin rastî berxwedana Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û gelê Serêkaniyê hatin, hêdî hêdî herêmên di bin kontrola wan de hate derxistin. Komên çete yên tang û çekên giran bi kar dianîn, li ber berxwedana gelê Serêkaniyê û şervanên YPG'ê tengav bûn û dest bi avêtina hewanan ji aliyê Tirkiyeyê ve kirin. Herî dawî di encama hewanên ku ji Tirkiyeyê li malên sivîlan ketin 2 jinên ciwan ên bi navê Hêlîn û Bêrîvan jiyana xwe jidest dan û gelek welatiyên din birîndar bûn.
Lê tevî hemû hewldanên Tirkiyeyê û alîkariyên ku ji komên çekdar re pêşkêş dikir jî, gelê herêmê û şervanên YPG'ê gavên girîng avêtin û navendên komên çete jê êrîşî sivîlan dikirin, ji destê wan derxistin. Şervanên YPG'ê di şerê 13 rojan de komên çete ji taxa Ebrê, Riya Hesekê, derdora depoya avê, navenda bazarê û herî dawî herêma çargoşeya ewlekarî ku wek navenda saziyên rêjîmê Bass dihate naskirin û cihê herî bi ewle yê Serêkaniyê ye, derxistin û ji komên çete bi temamî paqijkirin.
KOMÊN ÇETE LI KÛ MANE
Piştî 13 rojan ji bersivdayina YPG'ê li dijî komên çete, êdî komên çete li Taxa Mehetê û navenda nexweşxaneyê hatine tengavkirin. Ev taxa Mehetî li ser sînor e, her wiha deriyê Sînor ê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê dikeve wê taxê. Alîkariya dewleta Tirk ji komên çete re pêşkêş dike di deriyê sîno re derbas dibe. Her wiha ji Bakurê Kurdistanê hewanan li ser malên sivîlan de dibarînin. Komên çete hewl didin cihên xwe asê bikin.
DEWLETA TIRK BI AMBULANSAN ÇEK Û ZEXÎRE JI KOMÊN ÇETE RE TÎNE
Dewleta Tirk bi ambulannsan çek, zexîre û erzaq ji komên çete re derbasî Taxa Mehetê dike. Beriya çend rojan abulansa ku alîkarî ji komên çete re derbas dikir xera bû. Ji ber dijwarbûna pevçûnan ajokarê ambulansê mecbûr ma ku bireve. Di Ambulansê de ku li taxa Ebrê asê mabû, alên Tirkiyeyê, çekên Tirkiyeyê ku dabûn komên çete hatibûn dîtin. Her wiha kuştiyên fermandarên Tirkiyeyê û endamên kontra yê Tirkieyyê ku li Serêkaniyê hatin kuştin isbat kir ku şerê li Serêkaniyê ji aliyê Tirkiyeyê ve tê birêvebirin.
Komên çete li ber deriyê sînor bi alîkariya Tirkan xwe radigirin, ji ber hemû alîkariyên ku ji komên çekdar tê dayin jî, rayedarên YPG'ê dan zanîn ku ew ê li ber êrîşên van komên çete bê deng nemînin û dê berxwedana xwe xurtir bikin. Çavkaniyên YPG’ê ku agahî dan ANF’ê diyar kirin ku heta ku ev komên çete ji Serêkaniyê bi temamî derkevin û rêveberiya herêmê ji welatiyên were hiştin ew ê berxwedanê dijwartir bikin.
DI PEVÇÛNÊN DUH DE 13 ÇEKDAR HATIN KUŞTIN
Di pevçûnên ku duh di navbera şervanên YPG'ê û komên çete de rû dabûn, li herêm “çargoşeya ewlekariyê” ji komên çete hate paqijkirn. Di pevçûnên di çargoşeyê de 13 çekdarên komên çete hatin kuştin. Her wiha îro di saetên serê sibê de pevçûn rû dan. di encamê de kuştî û birîndarên komên çete çêbûn. Di heman demê de tevî hemû alîkariyên Tirkiyeyê ji komên çete re pêşkêş dike, ji herêmê direvin û hewl didin ji herêmê ber bi Til Xelef û Bakurê Kurdistanê de birevin.
ÇETE HER DERÊ DIŞELÎNIN
Her wiha komên çete ji herêman têne derxistin malên welatiyan didizin û dişewitînin. Li taxa Mehetê û Herêma Kena-is malên sivîlan dizîn û piştre şewitandin. Her wiha saziya erzaqan ku li çargoşeya ewlekariye hemû belge, komputer, madeyên xwarinê û her tiştên di hindirê navenda saziyê ji aliyê komên çete ve hatiye dizîn û ber bi Tirkiyeyê ve hatine rêkirin.
Li gor karmendên ku berê di saziyê de dixebitîn bi tonan şekir, birinc, rûn, zeyt û çayê di depoyê de hebû. Her wiha bi sedan sarinc, cilşo, tv û gelek tiştên elitrîkê hebûn, bi tevahî ji aliyê van koman ve hatine dizîn û birine Tirkiyeyê.