YPG şervanên nû perwerde dike
YPG şervanên nû perwerde dike
YPG şervanên nû perwerde dike
Akademiya Şehîd Botan a YPG'ê dewreyeke din a şervanên nû bi navê "Şehîd Şahîn" bi dawî kir.
Dewreya YPG'ê ku li Akademiya Şehîd Xebat Botan bi tevlîbûna 42 şervanên nû yên YPG/YPJ'ê meh û nîvekê berî niha hatibû destpêkirin bi merasîmekê bi dawî bû.
Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre fermandarê YPG'ê yê herêma Dirbêsiyê Reşîd Umer axivî û diyar kir ku hêzên wan dê parastina hemû pêkhateyên Rojava bikin. Umer, destnîşan kir ku YPG'ê ji ber ku ew tenê li gorî zagonên şoreşa Sûriyê tevgeriyane û parastina hemû pêkhateyan kirine, hêza rewa ye. Umer bang li gelê Rojava kir ku tevlî nava refên YPG'ê bibin.
Piştî axaftinê merasîmîa leşkerî hate pêşkêşkirin û di dawiya merasîmê de jî şervanên nû yên YPG'ê soz dan ku ewê parastina hemû pêkhateyên Rojava bikin.