YPG: Soza ku me ji bo 12’ê Adarê dabû bicih anî

YPG: Soza ku me ji bo 12’ê Adarê dabû bicih anî

Fermandariya Giştî ya YPG’ê destnîşan kir ku, wan komkujiya 12’ê Adarê soza avakirina hêza parastinê ku piştî komkujiya Qamişlo dabû gelê Kurd, bicîh aniye. Fermandariyê destnîşan kir ku, ew dê li hemberî hemû êrîşan û komên çete gel û destkeftiyan biparêzin, destûrê nadin tu komên li derveyî Desteya Bilind dimînin û banga hişyariyê li gel hate kirin. Fermandariyê her wiha li dijî komên çete banga bihîstiyariyê li Artêşa Azad jî kir.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), biboneya 9’emîn salvegera komkujiya Qamişlo daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku gelê Kurd bi salane li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê di nava aştiyê de dijî, bi rengekî aştiyane daxwaza mafên xwe yên demokratîk dike, lê di 12’ê Adara 2004’an de rejîma Baasê û pêxasên wê li bajarê Qamişlo êrîşî gelê sivîl kiriye û komkujiyek mezin pêk aniye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê demê komek ciwanên xurt ev rewşe nirxandiye û biryara avakirina hêzek leşkerî daye. Di berdemawa daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, piştî van nirxandinan koma ku hatiye avakirin li hemberî hemû êrîşên rejîmê çalakiyên tolhildanê lidar xistine û ev tişt hatin gotin:

‘ME SOZA XWE BICÎH ANÎ’

“Piştî komkujiya 12’ê Adarê soza ku me ji bo avakirina hêzên parastina kurdî dabû gelê xwe, îro gihîştiye asta herî jor. Em îro di bin navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de, wekî hêza parastinê ya rewa gihiştine wê astê ku karibin li her derê Sûriyeyê gelê Kurd biparêzin. Bi vê munasebetê em dîsa soza xwe nû dikin û li hemberî şehîdên komkujiya 12’ê Adarê bejna xwe ditewînin û wan bibîrtînin.”

‘YÊN KIRASÊ KURDAYETIYÊ LIXWE DIKIN BAZARA GELÊ KURD DIKIN’

Di daxuyaniyê de li ser rewşa dawî ya Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê, her wiha bûyera dawî ya li Efrînê rûda bû jî hate rawestîn û wiha hat gotin: “Di van demên dawî ku şoreşa Sûriyê  gihîştiye asta fînalê û hêdî hêdî  ber bi serkeftınê ve diçe de, gelê Kurd jî li Rojavayê Kurdistanê gavên mîsogerkirina azadiyê, yekîtiyê û vîna gelan ku ji her demê zêdetir pêdivî pê ye di avêje. Lê mixabin hin kesên ku kirasê kurdayetiyê lixwe dikin, şoreşa Rojavayê Kurdistanê derxistine bazarê. Her wiha bi awayekî qirêj li ser gelê Kurd bazirganiyê dikin. Yek ji van bûyeran jî bûyera dawî ya li gundên Birc Ebdalo  û Basûtê yên Efrînê rû dabû ye.”

‘ME OPERASYONA PAQIJKIRINÊ DA DESTPÊKIRIN’

Di derbarê bûyera li Efrînê de û koma çekdar de di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Weke ku tê zanîn ev demeke komek çekdar a çete ku hinek caran xwe difiroşe komên girêdayî Artêşa Azad û hinek caran jî difiroşe dewleta Tirkiyê, li van deran digere. Ev kom girêdayî Partiya Azadî ye. Berî çend rojan du endamên me bi awayekî bêbext revandin. Li ser vê yekê me xwest bi riya rihspiyan bi awayekî aştiyane hevalên xwe rizgar bikin. Lê belê vê komê bi rengekî çekdarî bersiv da hewldanên me yên aştiyane. Lewre em neçar man ku mafê xwe yê parastina rewa bikar bînin. Di encamê de şer derket û veguherî operasyonek berfireh. Me xwest tevahiya Efrînê ji komên çete paqij bikin.”

‘DI ÇARÇOVEYA BIRYARA DESTEYA BILIND DE OPERASYON ÇÊDIBE’

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku YPG’ê mijara van komên çekdar gelek caran aniye rojeva Komîteya Leşkerî ya girêdayî Desteya Bilind a Kurd û wiha hat gotin: “Li ser mijarê tu aliyan hebûna van çeteyan nepejirandiye, berevajî vê yekê hemû komên çekdar ên li derveyî Desteya Bilind wekî komên çete hatine binavkirin. Lewre biserdeçûna van koman mafê me yê rewa û di çarçoveya biryarên Desteya Bilind de çêdibe. Her wiha em qebûl nakin ku tu komên çekdar li derveyî Desteya Bilind xwe di nava gel de birêxistin bikin.”

JI BO KOMÊN ÇEKDAR BANG

Di daxuyaniyê bang li komên çekdar jî hate kirin û ev tişt hatin gotin: “Ev komên çekdar weke tê gotin ger ku girêdayî Artêşa Azad bin, fermo bila biçin bi Artêşa Azad re şerê rejîma Esad bikin. Lê eger hêzên kurdî bin û ji bo Kurdistanê dixebitin, bila kerem bikin werin nava refên YPG’ê û dibin siya Desteya Bilind de parastina gelê xwe bikin.”

Derbarê têkiliyên bi Artêşa Azad re jî di daxuyaniyê de hate gotin ku, YPG li dijî Artêşa Azad nîn e, berevajî vê yekê ew hevkariyê dikin, dixwazin di şoreşa li dijî rejîma Baas de biser bikevin, lê komên xayîn wekî Artêşa Azad nabînin, berevajî vê wekî komên xayîn û xwefiroş ku di nava gelên Kurd û ereb de fitneyan derdixînin, di hesibînin.

BANGA HIŞYARIYÊ

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd û YPG di şoreşa Sûriyeyê de xwediyê taybetmendiyên xweser e û ev bang hate kirin: “Em bawerin ku hemû hêzên azadîxwaz û şoreşger li hemberî vê taybetmendiyê rêzdar bin. Em bang li hemû aliyên Artêşa Azad dikin ku neyên lîstokên van komên xayîn û xwefiroş. Her wiha em bang li hemû gelê Kurd dikin ku li hemberî van komplo û lîstokan hişyar bin û li dora yekîneyên xwe kom bibin û xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.”