YPG: Tenê Desteya Bilind û Koalîsyona Sûriyeyê dikarin li ser Rimêlan bi axivin

YPG: Tenê Desteya Bilind û Koalîsyona Sûriyeyê dikarin li ser Rimêlan bi axivin

Fermandariya Giştî ya YPG'ê destnîşan kir ku, wan di çarçoveya rizgarkirina Rojavayê Kurdistanê de, bajarê Tirbespiyê û bajaroka Rimêlanê rizgar kirine, lê karê wan tenê parastina herêmê ye û xwe têkilî karên civakî û siyasî nakin. YPG'ê bal kişand ku bi taybetî ew mudaxeleyî şirketa petrolê ya Rimêlanê ku şîrketa herî mezin a Sûriyêye nabin, ew dê tenê bi parêzin, lê tenê Desteya Bilind a Kurd û Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê dikarin li ser guftogo bikin, ji bilî vana kîjan hêz mudaxele bike, ew dê bi tundî bersiv bidin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di derbarê rizgarkirina bajarê Tirbesipiyê û bajarokê Rimêlan a girêdayî bajarê Girkê Legê de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di çarçoveya rizgarkirina Rojavayê Kurdistanê û paqijkirina bermayên rejîmê de, di 1'ê Adarê de yekîneyên YPG'ê derdora bajarê Tirbespiyê û bajaroka Rimêlanê dorpêç kirine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, bajarê Tirbespiyê di encama dorpêçkirina 2 rojan de, di êvariya 2'ê Adarê de hatiye rizgarkirin, bermayê rejîmê bi temamî hatin derxistin, hinek ji wan hatine girtin û gelek çek hatine desteserkirin.  

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, piştî bajarê Tirbesipiyê bajaroka Rimêlanê jî, di êvara 3'ê Adarê de bi temamî hatiye rizgarkirin û ji bermayên rejîma Baas yên li vir hinek neçar man birevin, hinek jî dîl hatin girtin, her wiha 110 çek hatine desteserkirin.

'RIMÊLAN CIHÊ HERÎ GIRÎNG E'

Di daxuyaniyê de li ser taybetmendiya bajaroka Rimêlan jî hate rawestîn û ev tişt hatin gotin: "Li Rimêlan şîrketa petrolê ya Sûriye ya herî mezin heye. Di vê şîrketê de nêzî 6 hezar memur û karmend xebatê dimeşînin. Herêmeke ku di aliyê petrolê de gelekî dewlemende. Lewre di azadkirina bajarên Rojavayê Kurdistanê de cihê herî girîng bajarokê Rimêlan e. "

'DIVÊ GELÊ KURD XWEDÎ LÊ DERKEVE'

Li ser girîngiya Rimêlanê di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku  dewlemendiya di nava Kurdistanê de bi salane tê dîzin û talankirin, lê tu feydeyekî gelê Kurd tê de tune bû û wiha hat domandin: "Îro cara yekemîne ku ev dewlemendî dikeve destê kurdan. Parastina vê dewlemendiyê tenê li ser milên YPG'ê nîne, dikeve ser milê hemû gelê Kurd. Divê gelê Kurd ji her tiştî zêdetir xwedî li vê destkeftiyê derkeve."

'EM DESTÛR NADIN MUDAXELEYA TU HÊZAN'

Di derbarê saziya petrolê ya li Rimêlanê de jî di daxuyaniyê de hate gotin ku, ev saziyeke netewî ye û berjewendiyên hemû gelên Sûriyeyê tê de heye. Di berdewama daxuyaniyê hate diyarkirin ku, ev sazî ji bo hemû gelên Sûriyê ye, lê di vê rewşa aloz a ku welat tê de derbas dibe de, bi sedan komên cuda û nayên nasîn hene, bi hezaran kesên dizek û talanker ên ku li pey berjewendiyên takekesî dimeşin hene û wiha hate domandin: "Lewre YPG'ê parastina vê saziyê ji bo gelê Kurd û hemû gelên Sûriyeyê wekî erkek xwe ya welatparêziyê dibînin û dê rê nedin ku tu alî û kom li hemberî vê saziyê destdirêjiyê bikin. Komên ku destdirêjiyê bikin, bi çi navî dibin bila bibin, YPG'ê dê bi tundîyeke gelekî mezin li dijî wan rawestin."

'EM TÊKILÎ KARÊ HUNDIRÎN NABIN'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tenê Desteya Bilind a Kurd û Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê dikare li ser Rimêlanê guftugo bikin û ev tişt hatin gotin:  "YPG parastina şîrketê wekî erkekî dibîne. Tu têkiliya me bi karên hundirîn ên vê şîrketê nîne. Hemû xebatkarên wê di çarçoveya nîzama şîrketê ya hundirîn de, bi aramî dikarin bixebitin. Mafê teserufê tenê di destê Desteya Bilind a Kurd û Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê de ye. Ji bilî vana mafê tu koman nîn e û nikare destdirêjiyan bike." Têkildarî mijarê di daxuyaniyê de bang li hemû karmendên şîrketa Rimêlan hate kirin û hate gotin ku hemû xebatkar dikarin di nava aramiyê de karê xwe bimeşînin û YPG'ê dê ewlehiya wan bigire ser xwe.

Di dawiya daxuyaniyê de rizgarkirina  bajarê Tirbespiyê û bajaroka Rimêlanê li hemû gelê Kurd hate pîrozkirin û hate diyarkirin ku heta li Rojavayê Kurdistanê yek bermahiya rejîme jî hebe, ew ê têkoşîna xwe bi vî awayî bimeşînîn û soza azadkirina hemû Rojavayê Kurdistanê hate dayîn.  Di daxuyaniyê her hiwa bang li hemû ciwanên kurd hate kirin ku ji bo ev destkeftiyên kurdan bi awayekî mayinde werin parastin, cihê xwe di nava refên YPG'ê de bigirin.