YPG: Til Koçer bi temamî hate rizgarkirin

YPG: Til Koçer bi temamî hate rizgarkirin

Fermandariya Giştî ya YPG'ê da zanîn ku di çarçoveya “Operasyona Şorşgerî ya Tolhildana Şehîdên Tirbespiyê û Çilaxa”de bajarê Til Koçer ji komên çete hatiye rizgarkirin. Fermandariyê destnîşan kir ku operasyona wan ketiye merheleya sêyemîn û bang li pêkhateyên Til Koçer kir ku meclîsa xwe ava bikin. 

Fermandariya Giştî ya YPG'ê der barê opersyona rizgarkirina bajarê Til Koçer de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG'ê di nava 4 rojan de bajarê Til Koçer bi temamî ji komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ), Eniya El-Nusra û komên girêdayî wan paqij kiriye û bajar xistiye bin kontrola xwe.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG'ê di operasyonê de 5 tang, fûzeyek, topek, 6 doçka, bildozerek, gelek çekên ferdî û cebilxane destser kirine, her wiha bi dehan endamên komên çete hatine kuştin.

'3 ŞERVANÊN YPG'Ê ŞEHÎD KETIN'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di operasyonê de 3 şervanên YPG'ê bi lehengî li berxwe dane jiyana xwe jidest dane.

‘OPERASYON KET QONAXA SÊYEMÎN’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku qonaxa duyemîn a “Opersyona Şoreşgerî ya Tolhildana Şehîdên Çilaxa û Tirbespiyê” bi serketî bi encam bûye û operasyon ketiye qonaxa sêyemîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG'ê ne alîgirên şer in û wê her dem li ser xeta xwe ya parastina destketiyên hemû pêkhateyên Rojava bimînin, wê hemû pêkhateyên herêmê biparêzin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komên çete êrîşî herêmên Rojava yên bi ewle dikin, ji van êrîşan jî Til Koçer wekî navend bikar di anîn, lewre ev operasyon hatiye lidarxistin û ev tişt hatin gotin: "Komên çete bajarê Til Koçer wekî navenda xwe ya sereke bi kar dianîn û ji vir êrîşî gelê herêmê dikin. Li dijî gelê herêma Cizîrê  êrîşên bombeyî pêk dianîn. Di van demên dawî de van koman zêdeyî 20 êrîşên bombeyî û întîharî li dijî gelê Rojava pêk anîn."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû pêkhateyên Til Koçer hate kirin ku rehet bin û ji bo rêveberiya bajar, meclîs û hêzên xwe yên Asayîşê ava bikin, li hemberî vê yekê jî wê hêzên YPG'ê wekî hêzek netewî parastina wan bikin û li dijî hemû cureyên êrîşan derkevin.