YPG û Artêşa Azad hevpeymanek îmze kirin

YPG û Artêşa Azad hevpeymanek îmze kirin

 Piştî Artêşa Azad ji bo şerên di navbera YPG û DAIŞ yê li herêma navbera bajaroka Atmê û navçeya Cindirêsê raweste bibû navbênkar û pevçûn rawestiya bûn. Ji bo rewşa herêmê aram bibe dinavbera YPG û Artêşa Azad hevpeymanek hate îmze kirin.

Şerên dinavbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Dewleta Îslamî Iraq û Bîlad Şam (DAIŞ) li herêma Cindirêsê û bajarokê Atmê 25’ê  Îlonê despê kiribû piştî Artêşa Azad kete navbera herdû aliyan rawestiya bû. Ji bo rawestina şer dewam bike dinavbera Artêşa Azad û YPG’ê hevpeymanek hate îmze kirin. Di peymana di navbera YPG’ê li navçeya Cindirêsê ya herêma Efrînê û Fermandariya giştî ya Artêşa Azad de pêk hatin, herdu aliyan li ser pevçûn werin rawestandin li hevkirin. Li ser vê bingehê Fermandariya giştî ya Artêşa Azad dê li ser girên herêma Atmê bi cih bibe û YPG’ê jî li ser hemû girên herêma Efrînê bi cih bibe.

Di hevpeymana hatiye îmzekirin de hate destnîşan kirin ku: “Piştî hevdîtinên bi YPG’ê re ji aliyê Fermandariya giştî ya Artêşa Azad ve li ser mijara pevçûnên ku 15 rojan rûdane, li herêma Atmê ji ber nelihevkirin herdu aliyan ku di encamê de ziyanê digihîne şoreşa Sûriyê û tenê rêjîma Baas jê sûd werdigire. Ji ber vê yekê jî pêwîst e hemû pevçûn di navbera herdu aliyan de werin rawestandin.”

Ji bo agirbestê herdu aliyan li ser van xalan li hev kirin.

1-      Fermandariya giştî ya Artêşa Azad  ji bo herdu aliyan wek navbênkar were qebûlkirin.

2-      Divê Fermandariya giştî ya Artêşa Azad  girên stratejîk li herêma Atmê desteser bike.

3-      Hemû girên stratejîk ên herêma Efrînê di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de bin.

4-      Girên ku ji bo herdu aliyan stratejîkin werin valakirina.

5-      Hemû girtî û di serî de yên sivîl serbest werin berdan.

6-      Divê herdu alî, welatiyan tengezar nekin.

7-      Çekdarên herdu aliyan li herêma ku li ser li hev kirine dê negerin.

8-      Divê ketina çekdaran ya navçeyên Efrînê were qedexe kirin. Tenê di demên karên leşgerî û bi agahdarkirina aliyê din.

9-      Eger ev tişt ji herduyan ve pêk nehat, hevpeyman têk diçe.

10-  Ev hevpeyman ji gundê Celemê heta gundê Dokan (Mille Xelîl) di nava xwe de digire.

11-  Dema ku ev hevpeyman hate binpêkirin divê bi lez were çareserkirin û ji bo vê yekê divê navendeke hevbeş di navbera herdu aliyan de were avakirin.

12-  Çi binpêkirin ji çi alî pêk bê, dê li pêşiya dadgeha rewa were darizandin.