YPJ: Divê hemû jin li dijî hovîtiya çeteyan derkevin
YPJ: Divê hemû jin li dijî hovîtiya çeteyan derkevin
YPJ: Divê hemû jin li dijî hovîtiya çeteyan derkevin
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê destnîşan kir ku hovîtiya komên li ser navê Îslamê tevdigerin, li bajarokên Til Hasil û Til Eranê pêk anîne, di dîroka mirovahiyê de nehatiye dîtin, lê saziyên navneteweyî û saziyên jinan nerazîbûnek pir lewaz nîşan dane. Fermandariya YPJ’ê destnîşan kir ku YPG/YPJ’ê li dijî hovîtiya ku jinan jî hedef digire, berxwedanek mezin nîşan daye û bang li hemû jinan kir ku li dijî van pêkanînan têkoşîna xwe bilind bikin û tevlî refên parastinê bibin.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) der barê êrîşên komên radîkal ên ku li ser navê Îslamiyetê tevdigerin û pêkanînên wan de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şervanên YPJ û YPG’ê li hemberî komên radîkal ên li ser navê Îslamê tevdigerin û pêkanînên wan berxwedaneke lehengî nîşan daye û ev tişt hatin gotin: “Hêzên me di şerê ku ev 27 roj in didome berxwedanek mezin nîşan daye û îspat kiriye ku YPG û YPJ amade ne ku ji bo misogerkirina azadiya gel û parastina destketiyan hemû fedakariyan bike.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di vê pêvajoyê de bi taybetî rola jina Kurd gelekî girîng bû û wiha hat domandin: “Hevalên me yên şehîd Vîyan Kobanê, Azadî Dêrik, Şîlan Cûdî û Peyman Kobanê mînakên vê yekê ne. Wekî van hevalên me gelek şehîdên me yên giranbuha hene. Jina Kurd a Rojavayê Kurdistanê tenê ji bo parastina bajarên xwe şer nake, ji bo hemû nirxên herêmê têkoşîna xwe didomîne.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komên li ser navê Îslamê tevdigerin, li hemberî berxwedanê têk çûne, lewma jî pêkanînên qirêj pêk tînin û wiha hat domandin: “Welatiyên Kurd ji ber nasnameya wan dikujin, li hemberî jinan destdirêjiyê dikin, ji bo mal û mulkê Kurdan fetwayan didin. Bi taybetî li Girê Spî (Til Ebyad)ê ev yek pêk hat. Dîmenên ku di medyaya înternetê de hatine weşandin jî vê hovîtiyê nîşan didin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêkanînên “terorîstî” yên ku van koman li bajarokên Til Hasil û Til Eranê pêk anîne, hovîtî ye û di dîroka mirovahiyê de tiştekî wisa nehatiye dîtin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev pêkanînên terorîstî ne tenê ji bo bajarên Rojavayê Kurdistanê, ji bo hemû cîhanê xetere ne.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku komên çete bi van kiryarên xwe yên li dijî exlaq û mirovahiyê navê Îslamê xera dikin û ev tişt hatin gotin: “Îslamê negotiye mirovan serjê bikin, talan bikin. Ev pêkanîn nîşan didin ku komên çete bêmejî tevdigerin.”
Derbarê nerazîbûnên saziyên navneteweyî yên li dijî êrîşan de jî di daxuyaniyê de ev tişt hatin rêzkirin: “Li hemberî van hovîtiyan raya giştî ya cîhanê û bi taybetî rêxistinên li ser navê jinan tevdigerin, helwestek pir lewaz nîşan didin. Di demeke wiha de diviyabû ku helwestek pir xurt bihata nîşandan. Ji ber ku ev zerarê didin hemû mirovahiyê. Lewma divê rêxistinên navneteweyî di zûtirîn demê de mudaxeleyî vê rewşê bikin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê hemû jin li hemberî “komên terorîstî” yên ku jinan dixin bin destê xwe û dikin mulkê xwe, her wiha welatê wan parçe parçe dikin, bi hemû hêza xwe têkoşîn bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku YPG û YPJ nahêlin ku ev “komên çete” bi çanda Îslamê bilîzin, li hemberî wan wê bi hemû hêza xwe rûmeta gelê Kurd û jinê biparêzin û ev bang li jin û xortan hate kirin: “Bila hemû jin û xort tevlî refên parastinê bibin.”