YPJ’ê li Til Temir yekemîn tabûra jinan ava kir
YPJ’ê li Til Temir yekemîn tabûra jinan ava kir
YPJ’ê li Til Temir yekemîn tabûra jinan ava kir
Li bajarê Til Temirê yekemîn tabûra YPJ'ê bi nave ‘Tabûra Şehîd Silava" bi merasîmekê hate avakirin.
Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li bajarê Til Temirê bi munasebeta 21`emîn salvegera şehatdeta têkoşra Kurd Gulnaz Karataş "Bêrîtan", bi nave tabûra "Şehîd Silava" tabûra jinê ava kir.
Bi munasebeta îlankirina tabûrê merasîmek hate lidarxistin. Di merasîma ku li navenda tabûrê hate lidarxistin û gelek welatiyên ji pêkhateyên herêmê tevlî bûn de, yek ji fermandarên YPJ'ê Hêvîdar Dara axivî. Dara diyar kir ku jinên Kurd li ser bîr û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan destkeftiyên girîng bidest xistine û bûye xwedî rola pêşengiyê. Dara her wiha têloşera Kurd "Bêrîtan" jî bibîr anî û da zanîn ku ew ê li ser bîranîna hemû şehîdên azadiyê têkoşîna xwe bilind bikin.
Di merasîmê de her wiha li ser navê Yekîtiya Star, Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger û Saziya Zimanê Kurdî jî axaftin hatin kirin.
Piştî axaftinan navenda tabûrê ji aliyê malbatên şehîdan ve hate vekirin.
Merasîm bi govend û stranên koma Şoreş didawî bû.