YPJ’ê tabura bi navê Gulê Selmo avakir

YPJ’ê tabura bi navê Gulê Selmo avakir

Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li bajarê Efrînê bi navê "Gulê Selmo" tabureke nû ava kir.

Bi munasebeta îlankirina tabûrê merasîmek leşkeri hate lidarxistin. Merasîma ku bi dehan welatiyên herêmê beşdar bûn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di merasîmê de Fermandara YPJ'ê Jînda Efrînî axivî û destnîşan kir ku wan li dijî kiryarên hovane yên komên çekdar ên li gundên Tileran, Tilhasilê û komkujiyên ku bi navê Îslamê li dijî jinan pêk tînin, Tabûra Şehîd Gulê Selmo ava kiriye.

Di merasîmê de peyamên Rêxistina Yekîtiya Star, sazî û rêxistinên jinan ên bajarê Efrînê jî hatin xwendin.

Piştî merasîmê, endamên tabûrê li navend û baregehên leşkerî yên herêmê hatin erkdarkirin.