YRA bû saziya rewa ya ragihandinê ya Rojava

YRA bû saziya rewa ya ragihandinê ya Rojava

Desteya Bilind a Kurd (DBK), Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) wekî saziya rewa ya ragihandinê li Rojavayê Kurdistanê pejirand.

Yekitiya Ragihandina Azad ku ev demeke li Rojavayê Kurdistanê kar û barên rojanevanan birêve dibe, ji aliyê Desteya Bilind a Kurd ve wekî saziya rewa ya ragihandinê li Rojavayê Kurdistanê hate pejirandin. DBK'ê bi vê mebestê destûrnameya xebatê û rêvebirina kar û barên rojnamevan û parastina mafên wan da rayedarên YRA'yê.

Di destûrnameya ku ji aliyê Desteya Bilind a Kurd ve hatiye morkirin de ev tişt hatine gotin: "Yekitiya Ragihandina Azad, saziyeke pispor û profesyonel a ragihandinê li Rojavayê Kurdistanê ye. Tenê ev sazî li Rojavayê Kursitanê xwediyê mafê şopandin û rêvebirina kar û barên rojnamevanan û parastina mafên wan e."