YRA xebatên xwe yên 2013’an eşkere kirin

YRA xebatên xwe yên 2013’an eşkere kirin

Yekîtiya Ragihandina Azad a Rojavayê Kurdistanê (YRA) bi daxuyaniyekê diyar kir ku di sala 2013’an de destûr daye 13 saziyên çapemeniyê yên bihîstin, dîdwarî û nivîskî. Her wiha gelek perwerdeyên ragihandinê ji rojnamevanan re vekirine.

Yekîtiya Ragihandina Azad a Rojavayê Kurdistanê (YRA) bi daxuyaniyekê kar û çalakiyên xwe yên sala 2013’an eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku destûr daye 13 saziyên çapemeniyê yên bihîstin, dîdwarî û nivîskî. Her wiha navên gelek nûçegihanên telefîzyonan qeyd kirin û gelek geştên rojnamegeriyê pêk anîn û bêtirî 40 mîsyonên çapemenî dane rojnamevanên biyanî.

Tê zanîn ku konferansa yekemîn a Yekîtiya Ragihandina Azad a Rojavayê Kurdistanê (YRA) di 13’ê Tîrmeha 2013’an de bi beşdariya 200 delegeyan ji hemû saziyên çapemeniyê yên Rojavayê Kurdistanê hate lidar xistin. Piştre li bajarê Qamişlo navenda xwe vekir. Di 15’ê Tebaxa 2013’an de Desteya Bilind a Kurd, YRA ji bo karê çapemeniyê wekî jêdera tekane ji bo Rojava pejirand.