Yuksek: Divê bi sedhezaran biherikin sînor

Yuksek: Divê bi sedhezaran biherikin sînor

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamuran Yuksek têkildarî êrîşa polîsan a li sînorê Kobanê li hemberî gel û êrîşên li navenda navçeya Pirsûsê daxuyanî da, bi sedhezaran kes vexwendin sînorê Kobanê.

Li hemberî girseya bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hemberî Kobanê herikîn sînorê Kobanê, polîsên Tirk êrîş pêk anîn. Têkildarî cardin êrîşa li hemberî girseya li navenda navçeyê kom bûn, Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek li ber avahiya DBP’ê ya Pirsûsê daxuyaniya çapemeniyê da.

Yuksek diyar kir ku piştî ‘rehîneyên’ Sefaretxaneya Tirk ji aliyê DAIŞ ve hatin ‘serbest’ berdan êrîşên hikûmeta AKP’ê zêdetir bûn û ji bo bi hezaran biçin sînorê Kobanê bang kir.

Yuksek diyar kir di berxwedana Kobanê de çeteyên DAIŞ derbeyên giran xwarine û wiha got: “Leşker û polîsên Tirk ên îro li sînorê Kobanê êrîşî gelê me kirin, li navenda navçeyê jî êrîşên xwe berdewam kirin. Têkiliya vê bi berdana rehîneyên ji aliyê DAIŞ ve heye. Ji bo vê divê bi sedhezaran kes ji bo xwedî li şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê derkevin biherikin sînor. Niha li Kobanê di encama berxwedana mezin a şervanên YPG/YPJ’ê de çeteyên DAIŞ derbeyên giran xwarine.”