Zagros: 2013 ji bo Kurdan bû sala diyarkirina çarenûsê
Zagros: 2013 ji bo Kurdan bû sala diyarkirina çarenûsê
Zagros: 2013 ji bo Kurdan bû sala diyarkirina çarenûsê
Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros bal kişand ser hewldanên hêzên navneteweyî yên ji bo jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku êdî hatiye dîtin, bêyî Kurdan herêm nayê dîzaynkirin. Zagros da xuyakirin ku sala 2013'an ji bo Kurdan bûye saleke diyarkirina çarenûsa xwe û got, "Sala 2014 wê bibe sala qebûlkirina statuya Xweseriya Demokratîk a Kurdan."
Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros, ji aliyê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ve sala 2013'an nirxand û destnîşan kir ku sala 2014 wê bibe sala naskirina destketiyên Kurdan li qada navneteweyî.
Zagros ji ANF'ê re ev nirxandin kir:
"Sala 2013’de hem di cîhanê de hem di Rojhilata Navîn de şerên dijwar û berxwedayîn ve derbas bû. Di heman demê de ji bo tayînkirina qedera gelan de 2013 salek girîng bû. Siyaseta ku heya niha li ser Kurdan li gorî Lozan, Sykes Pîcot hatiye meşandin, bi berxwedayina gelê Kurd taybet ya 2013’an de hat pûçkirin. Êdî gelê Kurd ev siyasete qebûl nekir û nema karî tehemmul bike. Li hemberê zihniyetên desthilatdar ku sînor dabûn diyarkirin êdî gel nema ve siyasetê dipejirîne, taybet jî di nava pêvajoyek wisa de gel êdî sinoran nas nake. Tekoşîna 2013’yan li hemberî vê zihniyetê wateyek mezin hebû. Di vê tekoşînê de hat nîşandan ku ti kes nikare li hemberê îradeya gelan bisekine. Yê ku di vê pêvajoyê de herî rola xwe leyîstin Kurd in. Kurd xwedî tekoşînek 40 salî ne û pêşengtiye li gorî paradigmaya nû dikin. Di vê pêvajoyê de yê ku pêşengtiya gelên bindest dike Serok APO ye.
SALA 2013'AN JI BO GELÊ KURD SALA DIYARKIRINA ÇARENÛSA XWE BÛ
Sala 2013 ji bo Kurdan sala qedera xwe tayin kirine bû. Kurd di vê salê de di asta navneteweyî de di rojhilata navîn de gihaşt biryareke dixwaze statuya xwe tayin bike. Ev jî ji bo netewa Kurd bûye weke hêzeke. Ev hêz asta di navneteweyî de tê naskirin. Ji ber ku teybetî di sala 2013'an de biryardariyên miletên Kurd, hêzeke sereke derketiye holê. Em dibînin asta giştî de peymanên ku di nav dewletên navneteweyî de ji bo helandina Kurdan hatine îmzekirin hatin binpêkirin.
Derketiye holê ku qada navneteweyî ji bo ku xwe ji nav krîza ku tê jiyîn derxîne di nava hewldanek siyasî de ye. Careke din dixwazin di cîhanê de hem ji bo Rojhilata Navîn hem ji bo Kurdan nexşeyeke nû diyar bikin. Lê herkes gihiştiye vê qenaatê vê carê bê Kurd nabe. Yanî pirsgirekên ku tên jiyîn bê Kurd êdî nayên çareserkirin. Ev hêz jî ketine ve ferqê. Ev destetiyeke mezin yê ku Gelê Kurd bidestê xwe xistiye. Encamên zanebûnê tekoşîna Gelên Kurd ev encam derketiye. Yanî ne ku devleten navnetevî, hêzên dagirker weki minnetekê wek ji berxwe vê rastiyê qebûl dike. Ev encama rêxistinkirinê Gelê Kurdan bû. Ji bo modele çareserkirina Neteva Demokratîk Gelên Kurd her qadê de xwe bi hêz kiribû xwe rêxistin kiribû, dabû diyarkirin ku wek hêzek serekeye di Rojhilata Navîn de.
Di Bakurê Kurdistanê de di qadên bîrdozî, leşkerî, siyasî de rastiyek hebû ku pirsgireka Kurdan were çareserkirin. Siyaseta dewleta Tirkiyê rixmî komploya navneteweyî jî ku serneketibû mecbûr mane ku vê pirsgireka navneteweyî çareser bike. Li bakurê Kurdistanê di bin navê rizgariya demokratik avakirina jiyanaka azad de pevajoyek ji aliye Rêber APO ve hatibû destpêkirin. Li ser esasê pirsgireka Kurd bi şêwazeke demokrat were çareserkirin bi rêya diyalog û muzakereyan destpê kir. Ev pêvajo ji bo dewleta Tirkiye şansek bû. Ne tenê dewleta Tirkiye ji bo Rojhilata Navîn formulek nû çareserkirina demokratîk de firsetek girîng bû. Ev rêya çareseriyê ji aliye milletên din jî erênî hat pêşwazîkirin. Ji ber ku Rojhilata Navîn bûye wek gola xwînê.
Armanca me ne ewe ku em dewletekê dagir bikin yan jî ava bikin. Paradîgmaya me neteweyek demokratîk li ser bingehê wekhevî, biratî di bingehên qanûnên demokratîk de naskirine. Stratejiya me îradeya qebûlkirina milletên Kurd, naskirina hemû milletan bi hevdûra, zihniyeteke wekhevî di nav pêkhateyek demokratîk de bi hevre jiyîn e. Ji bona wê şêwazeke erênî hatiye pêşwazîkirin. Di serî de dayîkên şehîdan, dayîkên eskeran bi şêwazeke erênî qebûlkirini ji ber ku di vî şerî de herî yê ku êş kişandî dayîk bûn. Projeya Rêber APO, di qada navneteweyî de bandorek mezin çê kir. Di dîrokê de cara yekemîn Serokek Kurd di tevgerek Kurdan de pêşengtiya modela demokratîk tê qebûlkirin. Ev ji bo Tirkiyê wekî şansekê bû. Yanî çareserkirina pirsgireka Kurd hebûn tinebûna hukumeta AKP dida diyarkirin. Niha aloziyên di nava dewleta paralel û hukumeta AKP derketiye holê. Nakokiyen mezin tên jiyîn. Bêgûman girêdana wê bi çareserkirina pirsgireka Kurd ve heye.
Di van diyalogên ku çebûnî de çi ketiye li ser milê tevgerê kiriye wek paşdakişandin, agirbest. Lê li ser bingehê ku hukumet gavan biavêje, qanûnan biguhere, gelê Kurd wekî îradeyeke qebûl bike. Lê belê berevajî vê, dewsa ku gavan bavêjin politikayên xepandinê xwest dimeşîne. Niha pêvajo ji ber polîkayên AKP yên imhayê xetimî ye. Vekişîn hat sekinandin. Gavên pêwîst nehatin avêtin. Li hemberî van seknan em xeta bilindrikina azadiya gelan de israr in. Eger gavên erênî li Tirkiye bê avêtin de bi peşengtiya gelên kurd çêbibe.
DESTKETIYÊN HERÎ MEZIN ŞOREŞA ROJAVA YE
Destketiyên herî mezin di vê rewşê de şoreşa Rojavaye. Begûman pêvajoyên Rojava, Bakur ji hevdû nequtin. Şoreşa Rojava 2013 de gihişt asta krîtik de. Şoreşa bakur şoreşa Rojava bi hevdû ve girêdayiye. Şoreşa Rojava li hemberê zihniyetên dewlet netew, li hemberê rejîma Baas wekî xeteke sêyemîn xwe dabû diyarkirin. Roja me ya îro li Sûrîyê di navbera rejîma Baas û hêzên radikal şerek heye. Şoreşa Rojava destketiyek mezin di heremê Kurdan de li ser xistiye. Ev ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo giştî milletên di Sûrî de dijîn bandora xwe çêkir. Ji ber ku rejîma ku azadiya gelan binpêkiribû, desthilatdarî, hiyerarşî, diktatoriyên ku tên jiyîn li hemberî wan wek teqandinek bû.
Ev şoreş ne mumkune bê inkarkirin. Ji ber ku şoreş hem di navneteweyî de hem di nava gelên bindest de bandorek mezin kir. Bi taybetî piştî êrîşa hêzên El Nusra hat şikandin baweriyek xurt çêbû. Êrîşê El Nusra êrîşêke bi plan û navneteweyî ye ji bo ev modelên demokrat ên ku li Rojava destpêkiribû were binpêkirin, îradeya gelan were şkandin planên hêzên navnetewî, hêzên dagirker ku bi pêşengtiya hukumeta AKP dabû destpêkirin. Rojava ji bo berdewamkirina polîtîkayên Îslama nerm wek navendek hatibû dîtin. Şikandina van hêzan dide xuyakirin ku li hemberê îradeya gelan tu hêz nikare serbikeve. Ev şer wekî şerek di navbera zihniyeta paşverû û hêzên demokratîkxwaz de tê meşandin.
Li Rojava tekoşînek 40 salî hatiye kirin. Gelên Rojava xwedî siyasetekê ye, xwedî zanebûnekê ye. Dixwaze sîstema xwe di modela demokratîk de çêbike û azad bibe. Têkoşîna Rojava encamê hem lingê xwe leşkerî hem jî berxwedana gel e. Heta ev pirsgireke çareser nebe aloziya Rojhilata Navîn çareser nabe. Ev model ji bo neteweyaa demokrat dê bibe bingehek xurt.
SALA 2014'AN DÊ BIBE SALA QEBÛLKİRİNA PROJEYA XWESERIYA DEMOKRATÎK
Sala 2014 dê bibe qebûlkirina vê projeyê hem di qada Sûrî de hem jî di navneteweyî de. Îro jî derdikeve holê ku herî xeta di Sûriyê de serketî xeta sêyemîn e. Di roja me ya îro de îro şereke desthilatdarî tê kirin, şereke ji bo çareserkirina Kurdan çareserkirina gelan dernakeve lê di xeta sêyemîn ji bo çareserkirina pirsgireka Kurd xeteke esasî ye. Şoreşa Rojava wê bibe modeleke ji bo Sûriyeke demokrat li ser bingehê yekitî yên ku li navbera hemû gelan ku bi hevdûre jiyan bikin. Ev rastî di milê herkesê de tê nirxandin. Eger Kurd hemû ittifak avanekin cepheyeke gelêrî xurtnekin ev pirsgirek çareser nabe. 2014, dê din ava hemû gelên azadîxwez de demokratikbûyînekê çêbike.
2014 de bibe naskirina statuya gelê Kurd. Dê bibe saleke naskirina xweseriya demokratik ya Gelê Kurd. Em wek KONGRA-GEL bangawaziya xwe dikin ji bo hemû neteweyên demokratxwaz li Sûrîye bi teybet ji di Rojavayê Kurdistanê, Rojhilata Navîn ji bo ku xeta demokratîk de xeta xwe bilind bikin. 2014 bibe salek demokratîk hem ji bo pêvajoya bakur hem jî ya Rojava."