Zap ji bo AKP’ê bû destpêka dawîbûnê-Sînan Cûdî

Zap ji bo AKP’ê bû destpêka dawîbûnê-Sînan Cûdî

Partiyên ku li dijî kurdan in, li hember têkçûnê hêrsa xwe ji serfermandariya giştî derxistin û bertek nîşanî serfermandariyê dan. Her wiha têkçûna dewleta AKP’ê ya li Zapê ji bo AKP’ê bû destpêka dawîbûnê.

Piştî ku fêm kirin bi operasyonê nagihêjin armanca xwe, fêmkirin ku li cihê zêde derbe bixwin biryara paşvekişandinê hat girtin. Gelek derdor ji bo paşvekişandina artêşa tirk formul pêş xistin.

Hinek hêz di destpêkê de li hember biryara operasyonê derdiketin û ji ber vê yekê dixwestin artêş demildest paşve vekişe. Lê derdorek hebû ku dizanibûn ger artêş derbeyên mezintir bixwe dê zirarê bide wan. Daxuyaniya Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Robert Gates di vê çarçoveyê de bû û wiha digot: “Êrîşa dewleta tirk a li hember Kurdistanê pirsgirêka PKK’ê çareser nake. Divê operasyon zêde berdewam neke.”

Sefîrê DYA’yê yê Enqereyê Ross Wilson di çarçoveya peyama wezîrê parastinê de di roja 5’emîn a operasyonê de ango di 25’ê sibatê de serokwezîrtî ziyaret kir. Di van saetan de li avahiya serfermandariya giştî bi tevlîbûna leşker û sivîlan civînek dihat lidarxistin. Abdullah Gul jî serdana xwe ya Afrîkayê betal kir û tevlî civînê bû. Di 28’ê sibatê de serokê DYA’yê George Bush wiha got: “Divê hêzên tirk demildest ji bakûrê Iraqê vekişin.” Serfermandariya Giştî ya Tirkiyeyê jî diyar kir ku, paşve venakişin û herî kurt dê mehekî bimînin û bi van daxuyaniyan ve diyar dibû ku planeke zelal a Tirkiyeyê nîne. Rojek piştî vê gotinê paşvekişandinê nîşan da ku peyama ‘Em dê bimînin’ tenê xapandin bû.

 BÎLANÇOYA OPERASYONÊ

HPG’ê piştî operasyonê bîlanço wiha aşkera kiribû: “Bi giştî 125 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û bi sedan leşker jî birîndar bûn. Di encama pevçûnan de 9 gerîlayên me şehîd ketin û 6 gerîlayên me jî sivik birîndar bûne. Helîkopterek kobra hatiye xistin, 8 çek û gelek melzemeyên leşkerî hatine bidestxistin.”

Li hember vê yekê artêşa tirk îdia kiribû ku, li Zapê 240 gerîla hatine kuştin, lê jixwe li Zapê bi giştî 300 gerîla hene. Artêşa tirk îdia kiribû ku windahiyên wan 27 in. Lê çawa dibe ku artêşa tirk çima li hember 60 gerîlayan li ber xwe neda û paşve vekişiya?

Têkçûna artêşa tirk di çapemeniya navneteweyî de berfirehî cih girtibû. Jixwe gotinên serfermandarê giştî yê wê demê Yaşar Buyukanit ên ‘Em bi serketî paşve kişiyan’, her tiştî aşkera dike.

FATURAYA ŞERÊ 27 SALAN

Bahoz Erdal di nirxandina xwe ya di derbarê operasyonê de diyar kir ku ji ber berxwedana gerîla di nava dewletê de ev nakokî derketine û ji ber ku di şerê 27 salan de artêşa tirk bi ser neket leşker tên girtin. Erdal wiha got: “Hat dîtin ku nikarin PKK’ê û gerîlayên Kurdistanê tasfiye bikin. Ev rastî pir aşkera hat fêmkirin. Dewleta tirk neçar ma ku fatûraya şerê 27 salan, bi girtina hin generalan ve bibire. Eger hemû general girtî bin ev fatûraya têkçûnê ya şerê 27 salan e.” Erdal bal dikişîne   ser pirseke girîng û wiha dibêje: “Ger artêşa tirk di operasyonê de bi ser biketa dê Erdogan cesaret bikira generalan bide girtin?”

Bahoz Erdal ji bo serkeftina gerîlayan wiha got: “Heta wê demê hikûmeta AKP’ê ji bo rêveberiya Başûr digotin ‘An dê li hember PKK’ê şer bikin an em wan nas nakin û ew serokeşîr in .’ Lê piştî berxwedana Zapê neçar man ku statuya başûriyan qebûl bikin. Gelê Kurd hêza xwe ferq kir, bi xwe bawer bû, hêvî mezin bûn. Ger çiqas dewlet êrîş bike û hêzên navnete weyî hevkariyê bikin, ger kurd xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin dê serkeftinan bi dest bixin. Kurdan ruh û psîkolojiyeke nû afirandin.”

DESTPÊKA DAWIYA AKP’Ê

Hikûmeta AKP’ê xwest ku fatûraya têkçûna operasyona Zapê ji serfermandariyê bibire û artêşa tirk sûcdar hat dîtin. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Duran Kalkan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, hikûmeta AKP’ê berxwedana gerîlayan ji bo îqtîdara xwe xurt bike bi kar tîne. Kalkan destnîşan kir ku dê ev rewş zêde berdewam neke û wiha got: “Li cihê ku pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê çareser bikin, li hember hewldanên çareseriyê her tim xwestin îxtîdara xwe xurt bikin. Xwestin di encama hilbijartinan de ji wan re wekî deng vegere.”

Kalkan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Tayyîp Erdogan hewl dide ku dernekeve mehkemeyan, hewl dide xwe rizgar bike. Eger îxtîdarek di şevekî de ji bo xwe biparêze qanûnên nû derxe, ev nîşan dide ku ew îxtîdar qelsiya herî mezin dijî. Êdî ji bo wan jî destpêka dawîbûnê pêk hatiye. Her wiha pêvajoya pêşiya me dê bibe pêvajoya ketina îxtîdara AKP’ê. Têkçûna li Zapê dê tenê bi têkçûna serfermendariya giştî ve sînorkirî nemîne. Ev lîstika qirêj a AKP’ê ku di serî de pirsgirêka Kurd çareser nake û her tiştî ji bo îxtîdara xwe bi kar tîne û ev derfetên ku ji bo xwe bi kar tîne dê serûbino bibin.”

Di vê navberê de gelê Kurd ji sala 2007’an vir ve dixwest Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê (CPT) rapora xwe aşkera bike, lê rapor piştî operasyona Zapê hat aşkerakirin. Heyeta CPT ku ji rêvebirek, parêzerek û du bijîşkan pêk dihat, di 20-21’ê gulana 2007’an de çûbû Îmraliyê, lêkolîn kiribûn. Gelê Kurd û nûnerên KCK’ê gelek caran xwestibûn encamên raporê bê aşkerakirin, lê CPT’ê diyar kiribû ku peywira wan nîne ku raporê aşkera bikin. Rapora ku aşkerakirina wê ji aliyê hikûmeta tirk ve dihat astengkirin, di 6’ê adarê de ji aliyê rayedarên CPT ve hat aşkerakirin.

Lê piştî 10 mehan aşkerakirina rapora CPT’ê, ew materyalên ku behs dihat kirin daneyên wan bilind in û ne aşkerakirina sedemên bilindbûna van daneyan, ne aşkerakirina sedemên pirsgirêkên tenduristiyê dibû sedem ku bi fikar nêzî raporê bibin. Rêberê Gelê Kurd di sala 2007’an de gelek caran rastî binpêkirina mafan hat û bi îşkenceyê re rû bi rû ma, di heman salê de tecrîdeke giran hat meşandin û ev tecrîd piştî berxwedana Zapê hat rakirin. Piştî berxwedana Zapê demeke dirêj hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd ên bi parêzerên wî re nehatin astengkirin û hevdîtinan her hefte bê pirsgirêk berdewam kirin.

LI XWE MIKUR HATIN

Di derbarê maliyeta operasyonê de daxuyanî nehatin dayîn lê li gorî nûçeya Alay Azadî ku li Başûr weşanê dike 85 milyon dolar hatiye xerckirin. Rojnameyê diyar kiribû ku, tenê bihayê kobraya hatiye xistin 30 milyon dolare. Partiyên ku li dijî kurdan in, li hember têkçûnê hêrsa xwe ji serfermandariya giştî derxistin. Bi taybet jî Serokê CHP’ê Denîz Baykal û serokê MHP’ê Devlet Bahçelî li hember artêşê bi bertek bûn. Serfermandariya giştî wekî her car dîsa nîvê şevê di malpera xwe de bertek nîşanî van daxuyaniyan da.

Piştî ku Erdogan got berpirsyariya siyasî ya operasyonê aîdî me ye di 14’ê adarê de dozger Abdurrahman Yalçinkaya di derbarê AKP’ê de lêpirsîna girtina partiyê vekir.