Zarok jî di hedefa El-Nusra de ne
Zarok jî di hedefa El-Nusra de ne
Zarok jî di hedefa El-Nusra de ne
Komên çete yên girêdayî Eniya El-Nusra, li bajaroka Cerablus bi wesayîtên li ser wan çeka doçka barkirî zarokên ku jixwe re dilîstin, bi guleyan ji herêmê derxistin. Hate ragihandin ku El-Nusra televîzyon, radyo û muzîkê asteng dike û dixwaze qanûnên xwe bide qebûlkirin.
Komên çete yên girêdayî Eniya El-Nusra ku bi pêkanînên xwe hemû beşên civakê aciz dike, hewl dide ku bi darê zorê nêrînên xwe bi hemû kesî bide qebûlkirin. Bi vê mebestê dixwaze ku zarok jî biçin dibistanên wan, lê yên ku neçin jî tehdît dike. Li bajaroka Cerablûsê ya girêdayî Helebê, weke her cejnê, zarok di Cejna Remezanê de jî li Meydana Eeyîn kom bûn û ji xwe re lîstin. Lê çeteyên El-Nusra bi hinceta ku ev lîstik karê kafiran e bi wesayîtên doçka dan pey zarokan û gule di ser wan re reşandin. Herî dawiyê jî zarok bi zorê ji meydanê hatin derxistin.
Şahidekî bûyerê diyar kir ku zarok naçin dibistanên El-Nusra, lewma ew jî dixwazin van lîstikan qedexe bikin da ku zarokan bi zorê bibin dibistanên xwe.
Welatiyan destnîşan kirin ku çeteyên El-Nusra televizyon, radyo û muzîk jî li şêniyên herêmên ku di destê wan de heram kirine û dibêjin ku ev tişt însanan ji zikra Xweda dûr dixin.