Zarok û şer
Zarok û şer
Zarok û şer
Ji ber şer û pevçûnên li Sûriyeyê gelek welatiyan koçî bajarê Qamişlo kirine û nufûsa bajêr zêde bûye. Lewma pêdiviyên bajêr zêde bûne, lê ji ber ambargoya tê meşandin, ev pêdivî bi hêsanî nayên peydakirin. Ev rewş jî herî zêde bandorê li ser zarokan çêdike. Gelek malbat zarokên xwe di karên giran de didin şixulandin, li kolanan tiştan bi wan didin firotin. Ev jî di warê fizikî û derûnî de bandora neyênî li ser zarokan çêdike.
Li Qamişlo bi şer û pevçûnan re ji bajarên din ên Sûriyeyê gelek malbat hatine vir û bi cih bûne. Ligel buhabûna ji ber ambargoyê jî şertên jiyanê zor bûne. Yek ji encamên neyênî yên vê rewşê jî xebitandina zarokan e. Gelek malbat zarokên xwe di karên cuda de didin xebitandin.
Sedemên bingehîn ên ku malbatan neçar dihêlin ku zarokan bidin xebitandin, feqîrî ye, lê pirsgirêka malbatan bi xwe jî heye. Yanî gelek malbat bi fikra ku dê zarok jî ji wan re gelek pereyan bînin û dewlemend bibin, wan didin xebitandin an jî parsekiyê bi wan didin kirin. Zarokên ku li kolanan dixebitin jî di navbera 9 û 14 salî de ne.
Zarokên ku ji aliyê malbatên wan ve neçarî xebatê hatine kirin jî, zêdetirîn li kolanan tiştên paqijiyê, meşrubatan difiroşin. Hinek ji wan jî parsekiyê dikin. Her wiha hinek jî di karên giran ên wekî hesinkarî, temîra wesayîtan ên li herêma sanayiyê dixebitin.
Xebitandina zarokan a li kolanan û di karên giran de, hem di warê fizîkî, hem ramanî hem jî derûnî de bandoreke gelek xerab li ser wan çêdike. Zarokên ku ji aliyê xwediyên kar ve zêde têne xebitandin û zor li ser wan tê kirin, di warê fizîkî de nexweş dikevin. Her wiha zarok fêrî hewldanên nebaş ên wekî kişandina cigareyan, gotin û axaftinên li derveyî civakê û ne li gorî temenê wan dibin. Dîsa ji zarokên ku têne xebitandin sedî yek dikevin nava rewşên li dijî exlaq.
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên zarokan li bajêr saziyên wekî Saziya Mafên Mirovan, Navenda Eleqedarbûna Zarokan hatine avakirin. Lê heta niha xebateke berbiçav nehatiye meşandin û encamên ku zarokan ji van karan û kolanan dûr bixin nehatine girtin.
Navenda Zarokan, hewl dide ku di warê malbat, ziman, çand û hwd. de zarokan perwerde bike û biparêz e. Di vê çarçoveyê de gelek zarok jî tevlî van xebatên saziyê dibin, lê ji ber derfetên kêm û tunebûna pisporan, ji bo zarokên kolanan heta niha projeyek ciddî nehatiye amadekirin.