Zarokan li dibistana Kurdî dest bi dersê kirin
Zarokan li dibistana Kurdî dest bi dersê kirin
Zarokan li dibistana Kurdî dest bi dersê kirin
Li Gever û Cizîrê, piştî rakirina mora girtinê Xwendekarên Dibistanên Seretayî yên Dayika Uveyş û Bêrîvan bi formayên xwe yên nû dest bi dersê kirin.
Li navçeya Colemêrg Geverê, Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş a perwerdeya bi zimanê dayikê duh ji aliyê polîsan ve hatibû morkirin û gel jî mor rakiribû, dibistan ji nû ve vekiribû.
Danê sibê jî malbatan zarokên xwe anîn dibistanê.
Piştî ku forma (kincê dibistanê) li xwendekaran hatin belavkirin, xwendekar dest bi dersê kirin.
Duh bi şev jî, li hemberî destwerdaneke gengaz, ciwanan li derdora dibistanê nobed girtin.
Piştî ku mora girtinê duh li dibistanê hat xistin, 50 xwendekaran qeyda xwe li dibistanê çêkirin.
Îro saet di 13'an de wê li Mala Gel a li Taxa Cûmhûriyetê ji aliyê Kurdî Derê ve perwerdeya bi zimanê dayikê bê dayîn.
4 DIBISTANÊN DEWLETÊ HATIN ŞEWITANDIN
Li aliyê din, komeke ji endamên YDG-H yên morkirina Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş a bi fermana Walîtiya Colemêrgê şermezar dikirin, nîvê şevê li pêşberî dibistana Kurdî Lîseya TOKÎ Anadolû, Dibistana Seretayî ya Gazî, Dibistana Seretayî ya Halît Okay û Dibistana Seretayî ya Ûgûr Sitki şewitandin.
Qatên destpêkê yên dibistanê ji ber şewatê nema tên bikaranîn.
Ji duh bi şev û heta ber destê sibehê li taxên Cûmhûriyet, Kişla, Ganîheyder, Yenîmahalle, Yeşîldere, Esenyûrt û Esentepeyê, tîmên taybet di nava tevgerê de bûn.
Polîsên ku bi dehan maşînên zirxî li nava taxan û li derdora dibistanê digeriyan, rê li ber tengezariyê vekirin.
LI CIZÎRÊ ZAROKAN GOTIN 'ROJBAŞ MAMOSTE'
Li navçeya Şirnex Cizîrê jî li Dibistana Seretayî ya Bêrîvan a mora girtinê jê hat rakirin, perwerdeya bi zimanê Kurdî bi gotina zarokan a "Rojbaş Mamoste" destpê kir.
Xwendekar serê sibehê çûn dibistanê û li wan, pênûs, defter, jêbir, çend û berdilik li xwendekaran hatin belavkirin.
Zarokên malzemeyên xwe girtin bi gotina "Rojbaş Mamoste" dest bi dersê kirin.