Zarokê ji ber mayînê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da

Zarokê ji ber mayînê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da

Ji sê zarokên ji ber mayînê birîndar bibûn Mazhar Mahmud jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku 2 kesên birîndar ên ji bo tedawiyê anîbûn Rihayê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.

Li Kantona Kobanê welatiyên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man koçberî derdora gundê Yumurtalik ê navçeya Pirsûsê bûn, ketin nav erdê bi mayin. Di encama teqîna mayinan de 3 zarok bi giranî birîndar bûn û ji zarokên birîndar zarokekî jiyana xwe ji dest da. Zarokên birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê. Li gel hemû mudaxeleyên tendûrîstî zarokê bi navê Mazhar Mahmudê 7 salî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Mahmud ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipê ya Edlî. Piştî karê otopsiyê wê cenaze bişînin Kobanê.

DU BIRÎNDARÊN DIN JÎ JIYANA XWE JI DEST DAN

Ji aliyê din 2 kesên ku di pevçûnên Kobanê de bi giranî birîndar bibûn û yek ji wan jin e ji bo dermankirinê anîbûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê. Jina bi navê Gelle Sîdo (30) û Agirî Berhat (24) li gel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê Sîdo û Berhat jî ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî. Piştî karê otopsiyê wê cenazeyan bişînin Kobanê.