Zarokê ku di êrişa polîsan de birîndar bû çavê xwe winda kir
Zarokê ku di êrişa polîsan de birîndar bû çavê xwe winda kir
Zarokê ku di êrişa polîsan de birîndar bû çavê xwe winda kir
Çalekiya ku duh ciwanan li navçeya Colemêrgê Geverê pêk anîn li ser êriş kirina polîsan zarokê bi navê S. Donmez (16) ku derbeyekî ji rûyê xwe xwar birîndar bû çavê xwe winda kir. Mamê wî Abdulganî Donmez got ku piştî birîndar kirina biraziyê wî bi wesatiyekî sivîlan anîn avêtin pêş mala wan.
Zarokê bi navê S. Donmez (16) ku duh li navçeya Geverê di pevçûna navbera polîsan û ciwanan de ji rûyê xwe derbe xwar, çavê xwe yê rastê winda kir. Donmez yê ku li Navenda Tiba Dursun Odabaşı a Zanîngeha Sedsalê ya Wanê (YYU) hate derman kirin, hat diyar kirin ku tevay rûyê Donmez şewitiye û dibe ku çavê wî yê din jî kor bibe. Di derbarê boyerê de mamê Donmez Abdulganî Donmez agahî dan nerazîbûn nîşanî nêzikatiya polîsan da û got ku li dijî gelê Geverê “polîtikaya şerê teybet tê meşandin”. Mam Donmez diyar kir dema boyeran rûdayî de biraziyê wî ji bo ji firinê nan bikire derketiye û got ku “me ji bo ji firinê nan bikire rêkir lê birîndar vegeriya” û nerazîbûn nîşanî tûndiyên rojên dawî yên polîsan li Geverê da. Donmez ku got biraziyê wî yê birîndar bûyî bi wesayitekî sivîlan anîn avêtin pêş malê û yekem car jî rakirine Nexweşxaneya Dewletê a Geverê, ji vir jî birine Colemêrgê û piştre ku rewş xeter bû hate şandina Wanê.
Mam Donmez diyar kir S. Donmez dema nîn li ser hişê xwe bûye doxtoran ew emeliyat kirine, çavê xwe yê rastê winda kiriye û rîska winda kirina çavê wî yê din jî heye.
Donmez bal kişande ser boyerên ku pêş hefteyekê li Geverê rûdayîn got ku pêwiste gelê Kurd li hemberî polîtikayên li ser gelê Geverê tên meşandin bêdeng nemîne û wiha got: “Bi tiştên tên kirin dixwazin gelê Geverê dîl bigirin. Gelê Geverê yê ku li hemberî bêhuquqiyê tekoşîn dike dixwazin bi vî şêwey bi çewisînin.” Donmez diyar kir wan li dozgeriyê serdana suc kiriye û got ku ewê pêşiya boyerê jî bernedin.