Fehîm Muhemedê 11 salî dema 7 salî bû tevî malbata xwe ji Bangladeşê hatin Parîsê û ji ber serkeftina xwe ya di satrancê de li Ewropayê dê nunertiya Franseyê bike. Ji ber serkeftina Fehîm hikûmeta Frensî destûra rûniştinê da wî û malbata wî.
Piştî ku serlêdana penahiyê (îltîca) a hat redekirin, Fehîm di nava konê ji bo penaberên ji welatê wî hatibûn de ji bo parêzvanên mafê mirovan bû rûyek rû.
Fehîmê ku hîna dice dibistana seretayî, ji ber serketina xwe ya di xurt a di kişikê (şetrenç) de, ket nava tîma neteweyî ya Franseyê û çarenûsa malbata xwe ya penaber guhert.
Fehîm dê ji bo pêşbaziyekê biçûya Komara Çekê û beşdarî pêşbaziya kişikê bibûya. Lê ev yek ji Fehîm û malbata wî ne pêk hatin bû. Lê hikûmeta Frensî ji bo Fehîm zend û bendan bada û destûra rûniştinê da Fehîm û malbata wî. Bi vî awayî dikare beşdarî pêşbaziyê bibe.
Fehîm got ku ew ji ber vê yekê pir keyfxweş bûye û got; “Ez û bavê xwe em ê êdî bi aramî bijîn. Ez mirovên ku alîkarî dane min tu carî ji bîr nakim.”
Fehîm di 5 saliya xwe de dest bi lîstina kişikê kiriye, di 8 salaiya xwe de li Franseyê beşdarî pêşbaziyên kişikê yên kesên 20 salî beşdar bûn, bû. Li Franseyê gelek pileyên serkeftinê bi dest xistiye.