Zêdetirî 200 sivîl hîn jî di destê El-Nusra de girtîne
Zêdetirî 200 sivîl hîn jî di destê El-Nusra de girtîne
Zêdetirî 200 sivîl hîn jî di destê El-Nusra de girtîne
Sivîlên Kurd ên ku di 24’ê Tîrmehê de li Girê Spî (Til Ebyed) ji aliyê çekdarên dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Eniya El-Nusra ve hatibûn revandin û hejmara wan ji 200 kesî zêdetire hîn girtîne û rastî îşkenceyê tên.
Di 20 Tîrmehê de çekdarên dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê/Eniya El-Nusra êrîşî gelê sivîl kirin û bisedan kes revandin. Li gorî çavkaniyên herêmî heta niha zêdetirî 200 kes li cem çekdarên dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Cebhet El-Nusra girtîne. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku çekdarên El-Nusra sivîlên girtî li girtîgeheke li nêzî nexweşxaneya Reqa ya taybet ji bo girtiyên Kurd hatiye amadekirin hatine bicih kirin.
Piştî lêkolînê navê 44 sivîlên ku ji aliyê çekdarên El-Nusra ve hatine revandin hate hînbûn û gelek malbatên ku kesên wan hatine revandin ji bo xeteriya li ser jiyana zarokên xwe navê wan aşkera nekirin. Hin welatiyên ku serbest hatine berdan diyar kirin ku welatiyên hatine revandin rastî îşkenceya tund a çekdarên El-Nusra tên.
Navê sivîlên ku hatine hînbûn ev in: Îsmaîl Elî Şêxo ji ber îşkenceyê lingê wî ji du cihan hatiye şikandin, Elai Şêxo, Farûq Eqîl, Wehîd Eqîl, Mihemed Izet mala wî hate talan kirin û hate teqandin, Şahîn Hisên (21), Îsmaîl Hisên Casim (17), Umer Elo, Rêşad Elo, Sibhî Mihemed Reşo dema ku di xwest çarenûsa bavê xwe hînbibe hate girtin û wesayîta wî hate desteserkirin, Mihemed Xelûf (50) dema şivantiya pezê xwe dikir hate girtin, Ebedula Mihemed Mihemed (17), Nîhad Mistefa Îmam, Mehmûd Mihemed Mistefa ji gundê Yarqo ye, Nîdal Mihemd kurê Mihemed Xan ji gundê Til Findir, Mihemed Mihemed Mihemed Xan ji gundê Til Findir, Mehmûd Binyamîn, Şîrvan Reşîd Osman ji gundê Sûsik, Elî Xelîl Xonî, Xelîl Mistefa Îmam, Mehmûd Xano li Sirên ji aliyê tabûra Ehrar El-Şam ve hatiye revandin, Ehmed Hesen Xidro ji gundê Yabsê ye, Ibrahîm Şawîş, Wehîd Şawîş, Mehmûd Şawîş, Salih Ibrahîm Şawîş, Fadil Ibrahîm Şawîş, Elî Ibrahîm Şawîş, Mistefa Mihemed Şawîş mirovekî lale, Wehîd Mihemed Şawîş, Cuma Mihemed Şawîş, Fadil Mehmûd Şawîş, Weysî Hec Xidir, Xidir Xidir, Weyso Hecî Xidir, Nasir Weyso Hecî Xidir, Cuma Eybî ji gundê El Şubaye, Edî Ebû Heyder (17), Cihad Şefqet ji gundê Eydanî ye û Ebdula Mehmûd Ebdula.
Heyeta ku ji bo hevdîtinan ji Kobanê çûbû Reqayê û ji wir çûbû Til Ebyedê ji aliyê çekdaran ve hatin girtin. 5 kesên ereb berdan lê 5 kesên kurd hîn li gel komên çekdar girtîne.
Kesên ku hatine berdan ji ber ewlekariya canê mirovên navê xwe aşkera nekirin, dan zanîn ku sivîlên hatine revandin rastî îşkenceya hovane ya çekdarên El-Nusra tên û gotinên kirêt ji wan re dikin.