Zenderlîoglu ji bo piştgiriya Kaplan tê Elmanya'yê
Zenderlîoglu ji bo piştgiriya Kaplan tê Elmanya'yê
Zenderlîoglu ji bo piştgiriya Kaplan tê Elmanya'yê
BDP, bi armanca piştgirîdayina namzeta hevpar a Kurdên li Elmanyayê ya ji bo hilbijartinên 22'ê Îlonê yên Parlamenta Federal Ayten Kaplan, di asta parlamenteriyê de tev li kampanyaya hilbijartinê dibe. Di vê çarçoveyê de parlamenterê BDP'ê yê Bêdlisê Husamettîn Zenderlîoglû li Elmanyayê dest bi bernameya xwe ya 3 rojan a kampanya hilbijartinê dike.
BDP, ku diyar kir ew piştgiriyê dide namzeta Kurd Ayten Kaplan a li eyaleta Nordrhein Westfalia di rêza 11. a lîsteya partiya çep (Die Linke) beşdarî hilbijartinên parlamenta federal dibe, ji bo tevlî kampanya hilbijartinê bibe parlamenterê xwe yê Bêdlisê Husamettîn Zenderlîoglû dişîne Elmanyayê.
Zenderlîoglû wê 3 rojan li eyaleta NRW a Elmanya bimîne, li gel Kurdan bicive û ji bo Kaplan dengan bixwaze. Li gel Zenderlîoglû Ayten Kaplan û Hevserokê YEK-KOM’ê Yuksel Koç beşdarî kampanya deng xwastinê dibin.
Heyet, îşev li Emerich dest bi tûra hilbijartina dike û wê 8’ê Îlonê li Wuppertal bi dawî bike. Hevserokê YEK-KOM'ê Yuksel Koç bibîrxist ku ji bo piştgirîdayîna Ayten Kaplan divê tevahiya komeleyên Kurd li eyaleta NRW beşdarî xebatên hilbijartinê bibin. Koç diyar ku ji bo pirsgirêkên Kurdên li vî welatî dijîn li parlamentê werin ziman û çareserkirin divê Kaplan bê hilbijartin û got, “Gelek pirsgirêkên me li vî welatî hene. Ji bo ku em van pirsgirêkên xwe li meydana siyasetê bînin ziman, pêwiste yek ji me were hilbijartin. Ji ber vê yekê em weke saziyên Kurd piştgiriya Ayten Kaplan dikin. Komele û saziyên Kurdan ên li NRW pêwîste hewl bidin di hilbijartinên 22’ê Îlonê de, Ayten Kaplan bidin hilbijartin.”
Bernameya parlementerê BDP’ê yê Bêdlisê Husamettîn Zenderlîoglû, Ayten Kaplan û Yuksel Koç a eyaleta NRW wiha ye:
6’ê Îlonê Emmerich
Cih: Emmerich Mala Êzidiyan
Saet: 19:00
Navnîşan: Ossenbruck 2, 46446 Emmerich
7’ê Îlonê Dortmund
Cih: Dt.-Kurd.-Kulturverein e.V.
Saet: 15:00
Navnîşan: Rheinische Str. 78/80, 44137 Dortmund
7’ê Îlonê Hagen
Cih:Kurdischer Kulturverein
Saet:18:00
Navnîşan: Koernerstr. 94, 58065 Hagen
8’ê Îlonê Koln
Cih: Mala Kurda
Saet:13:00
Navnîşan: Zehntstr. 7/11, 51065 Koln
8’ê Îlonê Wuppertal
Cih:Viyan Kurdischer Frauenverein
Saet: 18:00
Navnîşan: Elber Felder str. 38
42285 Wuppertal