Zenderlîoglu: Sererastkirina leşkeriyê razemeniya hilbijartinê ye

Zenderlîoglu: Sererastkirina leşkeriyê razemeniya hilbijartinê ye

Parlamenterê BDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu der barê sererastkirina pêvajoya leşkeriya bi zorê de ku hatiye kurtkirin de û dê di adara 2014’an de bikeve meriyetê de axivî û got: “Ligel ku bi mehane di rojevêde ye jî, ev pêkanîn 28 roj beriya hilbijartinê dikeve meriyetê û ev jî tê wateya neçîra dengan.  Dema 80 hezar malbatên leşkeran û leşkeran bê fikirin, dê bandorê li ser 500-600 hezar kesî bike. Bi vê re ciwanên diçin leşkeriyê jî bê hesab kirin, gumana ev razemeniyeke nû ya hilbijartinê tîne hişê mirovan.

Sererastkirin Qanûna Leşkerî ya ku pêvajoya leşkeriyê ji 15 mehan dadixîne 12 mehan îro tê Lijneya Wezîran. Di malpera înternetê ya Fermandariya Giştî de hate diyar kirin ku destpêkirina pêkanîna  1’ê Adara 2014’ane û  û got ev teklîf pêşkêşî wezareta Parastinê kirine.

 Der barê biryar aku 80 hezar kesî eleqeder dike de parlamenter Husamettîn Zenderlîoglu ji ANF’ê re axivî û got ev terhîs divê di 1’ê mijdara 2013’an bihata destpêkirin. Zenderlîgolu got balkêşe ku dîroka 1’ê adara 2014’an dikeve pêş hilbijartinên herêmî û ev jî rê li ber gumanan vedike.  Zenderlîoglu got ger ev ne razemeniya hilbijartinê be divê terhîs di demek kurt de pêk werin. Zenderlîoglu wiha pêde çû: “Ev mijara daxistina leşkeriyê ev du mehe di rojevê de tê girtin.  Hikûmetê her tim ev di rojevê de girt. Ev mijar di rojevê de hiştine û rayagitşî ya cidî ava kirine. Ger pêvajoya leşkeriyê bê kurtkirin dê demildest 80 hezar leşker terhîs bikin. Ev pêkanîn 28 roj beriya hilbijartinên herêmî pêk tê. Ev jî pirsa; gelo ev  neçîra dengane, tîne hişê mirovan.  Dema 80 hezar leşker û malbatên wan bê fikirîn ev dike 500-600 hezar kes. Dê bandorek mezin li ser vê bike. Her wiha ciwanên diçin leşkeriyê jî bê hesab kirin dê ji bo hilbijartinê razemeniyeke gelek baş be.

Ez dê mijarê bînim rojeva Komîsyona Parastina Netewî. Her wiha piştî ku sererastkirin bikeve meriyetê divê leşkeriya bi zorê bê rakirin û mafê reda wijdanî bê nasîn.”