Zenderlîoglu: Waliyê Bêdlisê êrîşa 'Gora şehîtlikê' qebûl kir

Zenderlîoglu: Waliyê Bêdlisê êrîşa 'Gora şehîtlikê' qebûl kir

Parlamenterê BDP'ê yê Bedlisê Husamettîn Zenderlîoglu, diyar kir ku Waliyê Bedlisê bi daxuyaniyê êrişa gorên "Şehîtlîka Xerzanê" ya li gundê Olekê qebûl kiriye û êrîş şermezar kir.

Li gundê Olekê duh li dijî gora gerîlayên PKK'ê ya bi navê "Şehîtlika Xerzanê" ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve êrîş pêk hat. Gora ku bi maşîneyên kar hat hilweşandin û rûxandin rastî bertekên mezin hatin. Parlamenterê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettin Zenderlioglu, bi Wekîlê Waliyê Bedlisê re hevdîtin pêk anî û daxuyanî da. Zenderlîoglu, piştî bi wekîlê Walî re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku Wekîlê Walî diyar kiriye ku gor berê bîrdarî bû û li gorî raporê ku ji wan re hatiye û bûyer di kontrola wan de ye. Piştî vê êrîşê gel dê bi dorveger li dora "Şehitlikê" nobetê bigire û heta ku avakirina mîmariyê temam bibe dê nobet bidome. Li vir gorên 6 gerîllayên ku di sala 1993'an de şehît ketine û gora welatiyên gund a 200 salan heye. Ji bo ku sewal nekevin qada gorê me dora wê pêça. Lê temahula êrîşkaran êdî ji gorên mere jî tune. Waliye Bedlîsê agahî dan me. Waliyê Bedlisê qebûl kir ku ev bûyer bi agahiya wî û venertiya wî pêk hatiye. Ma gelo AKP li dijî goran jî dijminantî îlan kir? Ka mislimantiya hikûmeta AKP'ê. Hûn çawa vê yekê ji bo gelê kurd rewa dibînin. Gelê kurd dê li şehîd û gorên xwe xwedî derkevin. Her ku ew hilweşînin em dê dîsa ava bikin."