Zexta li ser girtiyan didome!
Zexta li ser girtiyan didome!
Zexta li ser girtiyan didome!
Girtiyê nexweş Ayetullah Ay ji girtîgeha Tîpa F ya Edeneyê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê bû û hat gotin ku girtiyê nexweş Ay, ranakin revîrê.
Girtiyê nexweş ê bi navê Ayetullah Ay bi hinceta tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûye, ji girtîgeha Tîpa F ya Edeneyê sirgûnî girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê bû. Ay ji sala 2005'an heta niha girtiye û piştî ku sirgûnî Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê bû, li hember nexweşiyê dîsa jî ranakin revîrê. Birayê Ay, Şerafettîn Ay da zanîn ku, ji ber ku birayê wî tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûye hatiye sirgûnkirin. Ay anî ziman ku dema birayê wî hatiye sirgûnkirin nehiştine eşyayên xwe jî bigire û wiha axivî: "Em çûn girtîgeha berê, me eşyayên wî hilda û bir girtîgeha nû. Hinek pirtûkên me ji wir derxistin negirtin Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkkaleyê. Jixwe birayê min cezayê muebeta giran girtiye, di girtîgehê de tê tecrîdkirin."
Ay bilêv kir ku mehek berê birayê wî ji bo rakin revirê serlêdan kiriye û wiha axivî: "Birayê min ji bo biçe revîrê daxwazname dide, daxwaznameya wî li ber çavan nayê girtin. Birayê min ji bo rewşê vebêje nameyeke dinivîsîne, ew name tê desteserkirin. Piştî vê yekê birayê min jî ji bo protestoyê dernakeve revîrê. Ji ber ku em li derveyî welat dijîn agahiya me jê çênebû, çend roj berê bi rêya telefonê rewş ji me re ragihand. Min jî der barê mijarê serî li şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Enqereyê da. Wan diyar kirin ku dê parêzer bişînin girtîgehê û lêkolîn bikin." Ay da zanîn ku ev pêkanînên li hember birayê wî ne însanî ne û ger tiştek biqewime berpirsyar rêveberiya girtîgehê û Wezareta Dadê ye.
Midûrê Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê nexwest der barê mijarê de biaxive û got ger pirsgirêkek hebe serî li dozgeriyê bidin.