Zextên li hemberî girtiyan zêde dibin
Zextên li hemberî girtiyan zêde dibin
Zextên li hemberî girtiyan zêde dibin
Girtiyê bi navê Emrullah Kurcan ku li girtîgeha Tîpa M a Çewlikê dimîne bi hinceta ku buhayê 10 TL zerar daye deriyê girtîgehê cezayê disîplînê û 3 roj cezayê hucreyê hat dayîn.
Girtiyê bi navê Emrullah Kurcan ku li girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê de dimîne, nameyek ji hevalê xwe Ozan Alpay şandiye. Alpay rewşa Kurcan a di girtîgehê anî ziman. Alpay, diyar kir ku ji ber Kurcan buhayê 10 TL zerar daye deriyê girtîgehê cezayê disîplînê û 3 roj cezayê hucreyê hatiye dayîn. Alpay, da zanîn ku Dadgeha Çewlikê der barê Kurcan de doz vekir û wiha got: "Bi sedema ku hevalê me Kurcan, zerar daye malê dewletê li hember doz hatiye vekirin û salek cezayê girtîgehê danê."
Alpay, da zanîn ku dema Kurcan hat dadgehê xwest bi Kurdî parastina xwe bike û wiha got: "Hevalê me Kurcan dema tê dadgehkirin dixwaze parastina xwe bi zimanê Kurdî bike, lê dadgeh vê yekê napejirîne û dibêje 'Divê wergêr hebe, tê pereyê wergêr bidî' Kurcan vê yekê qebûl nake û salek cezayê girtîgehê danê."
Alpay, diyar kir ku nêzîkatiyên li hember wan siyasî ne û wiha got: "Dadgeh hewce nabînin ku tecawîzkaran bigirin, lê girtiyên siyasî û bi taybet girtiyên Kurd re biryarên siyasi didin. Dadgeh çi qas bêalîne diyar e. Kes naxwaze vê yekê bibîne, bibîhîse û bîne ziman. Qîrîna çapemeniya azad di nav dîwarên girtîgehê de nayê fetisandin û wê bibe dengê me yê rastiyê."