Zîhniyeta darbeya 12’ê Îlonê 33 sale berdewam dike

Zîhniyeta darbeya 12’ê Îlonê 33 sale berdewam dike

33'emîn salvegera darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê li Edene, Amed, Mêrsîn, Hatay, û Îskenderûnê bi girseyî hate şermezarkirin. 

Bi boneya şermezarkirina salvegera darbeya leşkerî ya 12'ê îlona 1980'an, li Edeneyê bi tevlêbûna nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî li Parka Înonu çalaki hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta "Me darbeya leşkerî ya faşist 12'ê Îlonê, komkujî, îdam û îşkence ji bîr nekir" vekir û dawîzên "Bijî biratiya gelan" û "Li dijî faşizmê mil bidin mil" bilind kirin. Di çalakiye de polîsan derdor pêça û tedbîr girtin. Nûnerên BDP'ê, HDP, HDK, KESK, ÎHD, TUHADER û KURDÎ-DER amade bûn. Li ser navê komê Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Yusuf Tek, daxuyanî da û darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê şermezar kir. 

ÎSKENDERÛN 

Li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê jî bi heman armancê aktîvîstên Platforma Demokrasî û Kedê ya Îskenderûnê û Platforma Piştevaniya Arsuzê darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê şermezar kir. Komê li Parka Boyavanên İskenderunê daxuyanî da. Li ser navê komê Sadullah Çaglar, daxuyanî da û komkujî şermezar kir. 

HATAY

Li Hatayê jî Odeya Ecraziyên Hekîmên Diranan a Hatayê, Hevparên TMMOB'ê, Odeya Muşevirên Malî yên Muhasebeciyên Serbest, Odeya Tabîban, Odeya Hekîmên Bêtaran û lijneya Koordînasyona Odeyên Pîşeyî ya Hatayê û gelek saziyên din hatin hevpar daxuyanî dan. Di daxuyaniya nivîski de 12'ê Îlonê şermezar kirin. 

MÊRSÎN 

Li Mêrsînê jî Hewildana 78'an û Komeleya 78'an a Mêrsînê salvegera 12'ê Îlonê şermezar kir. Nûnerên saziyan li Parka Zarokan a Azad li hev kom bûn û heta Parka Hunerê meşiyan. Komê li Parkê daxuyanî dan çapemeniyê. Komê di çalakiyê de pankarta "Hêj strana me temam nebûye" vekir û 12'ê Îlonê şermezar kirin. Komê di çalakiyê de silogana "Qatilê Ahmet Polîs e" û "Bijî biratiya gelan", "Dê şoreşger hesap ji darbekaran bipirsin." beriz kirin. Demekê di navbera polîs û girsê de rageşî derket. Polîsên ku xwestin girsê rawestînin li hemberî helwesta girsê ya bi biryar destûr dan meşê. 
Kom piştî heta Parka Hunerê meşiyan li vir daxuyanî da. Li ser navê komê Hasan Gulbahar, daxuyanî da û 12'ê Îlonê şermezar kir. 
Li parka Hunerê pêşengea 12'ê Îlonê hat vekirin. 

AMED 

Li Amedê jî Hewildana 78'an bi boneya 33'emîn salvegera darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê li ber girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankart û posterên pêşengê berxwedana 14'ê Tîrmeha 1982’an Mehmet Hayri Durmuş, Kemal Pir, Akif Yılmaz û Alî Çiçek ku li ser "Soza me heye ku em dê Girtigeha Hêjmar 5 a Leşkerî ya Amedê bikin Muzeya Mafên Mirovan" vekir. Di çalakiyê de Serokê Komeleya 78'an a Amedê Gani Alkan, Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Sabahattin Gultekin, Rêveberên BDP'ê, KESK, Dayikên Aştiyê, Odeya Tabîban a Amedê û gelek saziyên din amade bûn û 12'ê Îlonê şermezar kirin. Serokê Komeleya 78'an a Amedê Gani Alkan, li vir daxuyanî da û 12'ê Îlonê şermezar kir. Alkan, anî ziman ku berxwedana herî mezin a li dijî darbeya 12'ê Îlonê berxewdana 14'ê Tîrmehê bû û ew dê ruhê vê berxwedanê berdewam bikin. 
 

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, Sekreterê Hewldana 78'an a Amedê Ahmet Andiç jî axaftin kirin û darbeya leşkerî ya 12'ê ÎLonê şermezar kirin. 

Rêxistina HAK-PAR'ê ya Amedê jî bi heman armancê li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyanî da û 12'ê Îlonê şermezar kir.