Penaberên siyasî yên Tirkiyeyî yên ku li welatên Ewropayê xwedî mafê penaberiyê bi zextên Interpolê re rû bi rû dimînin. Gava diçin welateke duwemîn, bi hinceta Tirkiyeyê daxwaz li Interpolê kiriye, li wan bigerin tên binçavkirin û bi mehan bi awayeke keyfî tên girtin. Ji 2006 heta niha 10 kesên ku li Almanyayê mafê penabertiya siyasî girtin û welatên din hatin girtin gihiştiye 10’ê, hikûmeta Berlînê daxwaza parastina navneteweyî ya ji bo penaberan li welatên Ewropayê red kir.
Penabera siyasî Başak Şahîn Dûman, di 29’ê gulana 2012 de dema diçû Hirvatîstanê li Balefirgeha Zagrebê hate girtin. Bi hinceta Tirkiyeyê daxwaza girtina wê kiriye, Dûman ji aliyê Interpolê ve dihat lêgerîn. Her çendî li holê Peymana Penaberan a Cenevreyê heye jî, lê dibe ku radestê Tirkiyeyê were kirin.
Başak Şahîn Dûman, gava xwendekara Fakutlteya Tibê ya Zanîngeha Îstanbûlê bû, di sala 2003 de Rektorê Zanîngehê Kemal Alemdaroglû protesto kiribû û ji ber ku daxwaza zanîngehek demokratîk kiribû li rastî tundiya polîsan hatibû. Di sala 2004 de li Enqereyê bi hinceta beşdarî xwepêşandanek a xwendekaran bibû, tevî gelek kesan hatibû girtin. Dûman piştî 3 mehan di girtîgehê de ma, telhiye bû. Lê doza Dûman û hevalên wê bi salan berdewam kir.
Dûman di sala 2006 de hat Almanyayê û daxwaza mafê penaberiyê kir û hat qebûlkirin. 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Başak Şahîn Dûman birî. Ev nêzî sê mehan e li Zagrepê hatiye girtin. Serbalyozê Almanya yê Hirvatîstanê ji bo serbestberdana wê tenê bi awayeke devkî hewl daye. Ji bo serbestberdana Dûmanê dive hikûmeta Alman û Komîseriya Bilind a Penabaran a NY’yê zextan li hikûmeta Zagreb a ku amadekariya endamtiya YE’yê dike, bikin.
MAFÊ GERÊ TÊ ASTENGKIRIN
Di van salên dawiyê, di serî de Almanya, li gelek welatên din gelek kesên mina Başak Şahîn Dûman bi zextên wiha re rû bi rû dimînin. Her çendî penaberên siyasî yên Tirkiyeyî mafê rûniştinê û pasaport digirin jî, lê dîsa di dema ger û seyahetê de li rastî zextan tên û mafê wan ên gerê tên astengkirin.
Hikûmeta Berlînê, bersiv da pêşniyarpirsa Palementera Partiya Çepgir Ulla Jelpke ya Meclîsa Federal a Almanyayê û diyar kir ku ji sala 2006 ve 10 penaberên siyasî yên ku ji Almanyayê çûne û li welatên din hatine girtin, hene. Hat diyarkirin ku evane li welatên weke Spanya, Polonya, Bûlgarîstan, Moldovya, Awisturya û Hirvatîstanê hatine girtin, ji vanan 9 kes serbest hatine berdan.
'HEWCEYÊ PARASTINA NETEWEYÎ NAKE'
Hikûmeta Alman cara yekem agahiyan der barê mijarê de da û ragihand ku 11 penabarên siyasî yên ku mafê wan penabertiyê li welatên din hatiye qebûlkirin û li ser daxwaza Tirkiyeyê li Almanyayê hatine girtin hene. Ev kesane bi mehan têne girtin. Hikûmeta Alman diyar kir ku pêwîstî bi sîstemek parastinê ya ku bikare penaberan di bin banê YE’yê de biparêze tune ye.
Parlementera Çepgir Ulla Jelpke nerazîbûn nîşanî vê helwesta hikûmetê da û ji bo penaberên siyasî jî bikarin bi rehetî ger û seyahetê bikin daxwaza mafê parastinê kir. Jelpke destnîşan kir ku di van salênd awiyê de 10 hezar muxalîf li Tirkiyeyê hatine girtin û got; "Tişta dikeve ser mile Ewropayê ew e ku penaberan ji girtîgehên Tirkiyeyê rizgar bike."
Li welatên Ewropayê herî zêde penaberên siyasî yên Kurd di bin zextên Itnerpolê de ne. Herî dawî, Nunerê BDP’ê yê Ewropayê Eyyup Doru ji ber daxwaza Tirkiyeyê di sala 2007 de ji Interpolê re kiribû, di 15’ê berfanbara 2011 de li Munîhê hatibû girtin. Piştî ku Doruyê ku mafê penabertiya siyasî li Franseyê wergirtiye mehek û nîv di girtîgehê de ma, serbest hat berdan. Rûsyayê jî bi hinceta Interpolê daxwaz kiriye penaberê Kurd ê siyasî Mecît Gumuş radestê Tirkiyeyê kiribû.