Zivistan hat Wanî hêjan bêwar û cihin
Zivistan hat Wanî hêjan bêwar û cihin
Zivistan hat Wanî hêjan bêwar û cihin
Bi minasebeta 2'emin salvegera erdheja Wanê bi sedan kesên ku di navde partiyên siyasî û nûnerên civaka demokratîk jî hene meşek pêk anîn. Koma çalakî pêk anî diyar kirin ku 2 sal di ser erdhejê re derbas bû, lê hêj welatî bê war û wekî kavilê li holê ne.
Li Wanê di 23'e Cotmehê û 9'ê Mijdara 2011'an de 2 erdhejên mezin pêk hatibûn. Di erdhejê de 644 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn û bi hezaran welatî birîndar bûbûn. 28 hezar û 500 xanî hilweşiya bûn û bi 100 hezaran welatî bê war û cih mabûn. Bi minasebeta 2'emîn salvegera erdheja wanê di pêşengiya Koordînasyona Bajar a TMMOB'e ya Wanê meşa bîranînê hat lidarxistin.
Endam û nûnerên partiyên siyasî, civaka demokratîk jî di navde bi sedan kes li Parka Feqiye Teyran li hev kom bûn û heta TaxaAkkopru meş pêk anîn. Di meşê de rêveberên BDP'ê, Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê, rêveberên HDP'ê jî amade bûn. Di meşê de pankartên bi kurdî û tirkî "Ne erdhejê, sersariyê kuşt", "Ewlehiya can û mal erka dewletê ye" û "Bêdengiya li hemberî erdhejê şirîka hilweşandinê ye" vekirin. Girsê ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin û dest bi meşê kirin.
'GEL WEKÎ KAVILÊ LI HOLÊ MA'
Di çalakiyê de Hevseroka BDP'ê ya Wanê Figen Yaşar, diyar kir ku dewletê peyvira xwe ya li hemberî welatiyan pêk neanî û piştî erdhejê welatî wekî kavilên erdhejê li holê ma. Yaşar, anî ziman ku wan bi Walîtiyê re hevditin pêk anî, lê dîsa jî tu gavên erênî nehatin avêtin.
Sekreterê Koordînasyona Bajar a TMMOB'ê ya Wanê Şemsettin Bakir ji anî ziman ku wekî TMMOB'ê ji bo erdheja xwezayî ya 23'ê Cotmehê û 9'ê Mijdarê venegerin afetê her tim di nava gel de cih girtin û dest bi xebata tespîta zerarê kirin. Bakir, anî ziman ku hewl dan her tim li cem gel cih bigirin û bi hevre pirsgirêkan çareser bikin. Bakir, da zanîn ku 2 sal derbas bûn, lê hêj birîna welatiyan nehatiye dermankirin."
Piştî daxuyaniyê qurnefil hatin danîn û kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîr anîn. Komê piştî daxuyaniyê Bajarê Konteynirê yê Anadolu ziyaret kir.
MAZLUMDER'Ê JÎ DAXUYANÎ DA
Li Aliyê din Şaxa MAZLUMDER'ê ya Wanê jî bi heman armancê li Parka Feqiyê Teyran daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankart û dowîz hatin vekirin û piştgirî dan welatiyan. Endama MAZLUM DER'ê Evin Keskin, daxuyanî xwend û helwesta rayedarên dewlet û hikûmeta AKP'ê ya li hemberî welatiyan şermezar kir.