Ziyaretên goristanan dewam dikin
Ziyaretên goristanan dewam dikin
Ziyaretên goristanan dewam dikin
Ziyaretên goristanan ên bi wesîleya cejna Qurbanê dewam dikin. Bi hezaran kes li Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê, diçin serdana gorên gerîlayên PKK û HPG'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane. Girseyên gel li ser goran dûayan dixwînin û qurnefîlan datînin.
Li Wanê bi sedan kes, çûn serdana gorên gerîlayên PKK û HPG'ê yên li Taxa Karşiyakayê. Lİ gel Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Hevserokên BDP'ê yên Bajêr Mûsa Îtah û Fîgen Yaşar, Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya bi sedan kes, gorên gerîlayên PKK û HPG'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, ziyaret kirin.
Li dû axaftinên li vê derê dûa hatin xwendin. Girseya dûre beşdarî merasîma cenazeyê dayika Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê AbdûlkerÎm Ertaş (Kûrtay Faraşîn) a ku îro danê sibê wefat kir bû.
Gorên gerîlayên PKK'ê û HPG'ê yên li taxên Gundogdû û Yalin Erez ên navçeya Sixkê jî bi awayekî girseyî hat ziyaretkirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê li ser goran dûa hatin xwendin û piştî axaftinan qurnefîl hatin danÎn. Girseya gel dûre ji bo ziyaretê çû Taxa Yalim Erez.
Li Colemêrgê jî, gorên gerîlayên PKK û HPG'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, piştî nimêja cejnê hatin ziyaretkirin. Girseya gel a li Taxa Keklîpinarê hat cem hev, ber bi "Şehîdgeha" li taxa Sumbulê meşiya. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Serokê MEYA-DER a Colemêrgê Ramazan Elmas axivî û destnîşan kir ku divê xwedî li nirxên gel were derketin. Serdan bi xwendina dûayan bi dawî bû.
Li navçeya Geverê jî girseya gel çû serdana goristana gerîlayên PKK û HPG'ê yên li Bajirge. Parlamanterê BDP'ê Colemêrgê Esad Canan li vir kurt axivî û diyar kir ku gelê Kurd bi saya ciwanên Kurd ên ji bo azadiyê li çar perçeyan bedel dane, hatiye roja îro. Canan got, "Emê di rêya şehîdan de bê tawîz bimeşin."
Ji aliyê din ve malbata gerîlaya PKK'ê Fatma Savaş (Mizgîn) a di sala 1994'an de li Geverê jiyaan xwe ji dest da, li Geverê çû serdana gorên zarokên xwe. Li dû serdana goristana li Akalin, gorên gerîlayên HPG'ê yên li taxa Ormanê hat ziyaretkirin.
Li Erdîşê jî gorên gerîlayên PKK û HPG'ê hatin ziyaretkirin. Serdana ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi dûayan dewam kir. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê Abîdîn Încî li vir peyivî û got, "Ev lehengên ji bo azadiya netewe û gelê xwe canê xwe feda kirine, roniya me ne, azadiya me ne." Girseya gel dûre çû serdana malbatên girtiyan.
Ji aliyê din ve kesên di erdhejma 23'ê Cotmeha 2011'an de li Erdîşê xizmên xwe winda kirin, çûn serdana gorên wan.
Serdanên goristanan li navçeya Agirî Bazidê jî bi girseyî pêk hatin. Di serdana li Goristana Bajêr a Bazidê de Nûnerê TUHAYD-DER ê Bazidê Mehmed Bozkûrt da xuyakirin ku ciwanên Kurd ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşin û di vê rê de jiyana xwe ji dest dane.
Parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy jî got, "Em di van rojên taybet de her tim diçin serdana şehîdên xwe. Me soz dan şehîdan ku emê têkoşîna wan dewam bikin. Em deyndarên wan e. Divê em hêjayî wan bin." Piştî axaftinan serdan bi dûayan bi dawî bû.
Li navçeya Manîsa Tûrgûtlû, li navçeyên Stenbol Sûltangazî, Sûltanbeylî û Başakşehîrê, gorên gerîlayên PKK û HPG'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bi awayekî girseyî hatin ziyaretkirin.