Zordariya El-Nusra li ser sivîlan dewam dike
Zordariya El-Nusra li ser sivîlan dewam dike
Zordariya El-Nusra li ser sivîlan dewam dike
70 welatiyên ku dema bi Pasan ji Efrîn ber bi Qamişlo yê bi rêketibûn û ji aliyê çeteyên dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/ eniya El-Nusra hatibûn revandin hîn li di destê çeteyan dene. Li gorî hin çavkaniyan çeteyan îşkenceyên dijwar li sivîlan dikin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nêzî şîrketa Bolman ên Efrînê hatine girtin, 5 pasên girêdayî şirketa Ebû Ciwan û Ebû Eslan roja 24'ê Tebaxê dema ji Efrînê diçûn Qamişlo û Dêrikê, li ser rêya Ezazê ji aliyên komên çete yên Dewleta Irak û Şam/El-Nusra ve hatine revandin. Çavkaniyan diyar kirin ku komên çekdar 5 basên 260 rêwî têdebûn, birine bajarê Exterînê yê di navbera Ezaz û Misilmiyê de, ji wir jî birine Kargehên Kefer Hemrayê û piştî 48 saetan 3 pasên ku xwediyên wan kesekî erebe, binavê Ebû Eymen serbest hate berdane. 2 pasên ku xwediyê wan welatiyekî kurde û ayîdî şîrketa Ebû Eslan e li gel xwe girtine. Li gorî agahiyahiyên ji buroya Veguhestinê ya Efrînê ve hate bidestxistin komên çete xwestine ku ji bo wesayîtan bi wan re têkevin nava têkiliyan.
LI SIVÎLAN ÎŞKENCE DIKIN
Li gorî agahiyên ji Şirketên Ebû Ciwan û Ebû Esalan hatine bidestxistin, komên çete 5 rêwî li gel hiştin û yên din serbest berdane. Li aliyê din jî komên çete 65 rîwiyên ku di 2 otobîsên Şirketa Hewlêr de bûn, dema ji Efrîn ber bi Qamişlo ve birêketibûn, revandine. Li gorî agahiyên ku ji rêwiyekî ku serbeset hate berdan komên çete rêwî di depoyekê ya bajaroka Hirêtan de bi cih kirine û îşkenceyê li wan dikin.
DI NAVA PASAN DE LI WAN ÎŞKENCE KIRIN
Welatiyê binavê Mîkail Kîlo (31) yê ji gundê Enqilê ya Naveçeya Şiyê ya Efrîn da zanîn ku komên çete dema ku ew revandibûn îşkence li wan kirine. Kîlo da zanîn ku komên çete digot ku ew alîgirên tevgera kurdên û bi hovîtî ew îşkene dikirin. Mîkaîl destnîşan kir ku komên çete 100 kes ji welatiyên kurd ên di pasan debûn îşkence kirine.