Serokwezîrê Efrîkaya Başûr Jacob Zuma dîsa ji bo serokatiya Kongreya Netewî ya Afrîkayê (ANC) hat hilbijartin. Ev biryar heta riya desthilatdariya 2014’an jî vedike.
3.977 delege tevlî kongreyê bûn û ji van delegeyan 2.983 heban dengê erê da Zuma. Cigirê serokwezîrê Efrîkaya Kgalema Motlanthe hilbijartin wenda kir. Endamtiya Motlanthe ya ji bo serokatiya ANC weke desthilatiya siyasî tê nirxandin.
Peywira Motlanthe sendîkavanê berê û karsaz Cyrîl Ramaphosa girt. Zuma di axftina vekirinê ya Kongreyê de soza rizgarkirina ji rewşa neyînî ya ku Efrîkaya Başûr parçe bûye da. Her wiha diyar kir ku dê pergala perwerdê sererasta bikin û nelêrêtî û kaçaxvaniyê jî ji holê rabikn