Zûma: Rewşa Mandela baş e

Zûma: Rewşa Mandela baş e

Serokdewletê Efrîkaya Başûr Jacob Zuma bi daxuyaniyekê ragihand ku rewşa tenduristiya rêberê efsanewî Nelson Mandela baş e.

Zûma aşkere kir ku emeletiya Mandela ya ji ber enfeksiyona mêlakê (kezeba reş) û zirravê bi serkeftî derbas bûye.

Zûma da zanîn ku Mandelayê 94 salî di warê klînîkî de pir baş e û bijîşk tenduristiya wî ji nêzîk ve dişopînin.

Mandela herî dawî çileya 2012’ê ji ber enfeksiyona rêya hilmijê rakiribûn nexweşxaneyê û ji bo tenduristiya wî rê li ber gumanên mezin vekiribûn. Xwediyê Xelata Nobel a Aşitiyê û rêberê Efrîkaya Başûr ê ku li hemberî rejîma nijadperest a Apartheidê rabû, piraniya demê xwe li bajarê Johanesburgê û gundê zarokatiya xwe Qunuyê diborîne. Mandela di 94’emîn rojbûna xwe de li gundê xwe bi cih bibû.

Rojbûna Mandela 18’ê Tîrmehê li Efrîkaya Başûr bû pîrozbahiyeke girîng. Mandela Day (Roja Mandela) ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve weke roja veqetandina 6 7 deqedyên xwe b ji bo yên din, banga gerdûnî nas kir.

Ev 67 deqe temsîla 67 salên Mandela dikin. Neslson Mandela 25 salên temenê xwe di zîndana rejîma nijadperest a Apartheidê de borand û din navbera salên 1994-1999’ê de bû Serokkomarê Efrîkaya Başûr, sala 1993’yê Xeleta Nobel a Aşitiyê wergirtibû û sala 2004’ê jî xwe ji siyasetê vekişandibû.