Zumrut: Eger pêwîst bike em ê di konan de perwerdeyê bidin
Zumrut: Eger pêwîst bike em ê di konan de perwerdeyê bidin
Zumrut: Eger pêwîst bike em ê di konan de perwerdeyê bidin
Piştî polîsan li ser biryara dozgeriyê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a ku li navçeya Rezan a Amedê ji bo perwerdehiya Kurdî bide hate vekirin, mor kir, Serokê Giştî ya KURDÎ-DER'ê Sebahattîn Gultekîn, diyar kir ku dewlet û hikumet ewqas pesnê guhertinan dide lê nesamîmî ne û bang li hemû Kurdan kir da ku xwedî li dibistana xwe derkevin.
Piştî polîsan Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a li navçeya Rezan a Amedê ji bo perwerdehiya Kurdî bide hate vekirin, mor kir, hemwelatiyan li ber dibistanê daxuyanî dan û bertek nîşan dan. Polîsan ku xwest ji bo morkirinê Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen'ê yê Amedê Yildirim Arslan û Serokê Giştî ya KURDÎ DER'ê Sebahattîn Gultekîn jî îmze bike, lê wan îmze nekirin. Serokê Giştî yê KURDÎ DER'ê Sebahattîn Gultekîn, Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen'ê yê Amedê Yildirim Arslan, Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, daxuyanî dan. Gultekîn, diyar kir ku li Amedê hezar 552 dibistanên fermî yên Tirkî hene, tenê îro li beranberê van dibistanan dibistanek Kurdî vekir lê rayedarên dewlet û hikûmeta AKP'ê ya ku her tim qala demokrasiyê dikin, xwe lê ranegirtin. Gultekîn, destnîşan kir ku ev morkirina deriyê dibistana Kurdî, di boykotkirina dibistanan de çiqas mafdar in dide nîşandan û got ku ew vê yekî qebûl nakin. Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen'ê yê Amedê Yildirim Arslan jî, destnîşan kir ku dewlet û hikûmeta faşîst a AKP'ê bi morkirina deriyê dibistanê re çiqas paşde maye dide nîşandan. Arslan anî ziman ku ev jî nîşaneya ku gelê Kurd ji hikumeta AKP'ê nebawer e mafdar derdixe.
Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî, helwesta hikûmeta AKP'ê şermezar kir û destnîşan kir ku pêwîst bike ew dê kon vedin û perwerdehiyê berdewam bikin. Zumrut, banga xwedîderketinê li gelê Kurd kir.