CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Gelê Îranê ji sedî 60 dibin sînorê xizaniyê de dijî
Zêdeyî nivê gelê Îranê dibin sînorê xizaniyê de dijîn. Li gorî agahiyên raporeke rojnameya Cîhana Pîşesaziyê hejmara kesên di bin sînorê xizaniyê de dijîn di sala 2022’an de gihaye derdora ji sedî 60’î. -
Karê destpêkê yê Petro zêdekirina baca ji dewlemendan e
Serokkomarê çepgir Gûstavo Petro ku hefteya derbasbûyî li Kolombiyayê sond xwar û dest bi wezîfeyê kir, weke karê destpêkê qanûnek amade kir ku karibe ji dewlemendan hîn bêhtir bacê bistîne. -
Li Iraqê hêrî kêm 280 wezîr û rayedarên paye bilind gendelî kirine
Komîsyona Destêpakiyê ya Iraqê ragihand ku wan tespît kiriye ku 280 wezîr û rayedarên paye bilind ketine nava gendeliyê. -
Kolombiya û Venezûela piştî sê salan sefîr tayîn kirin
Sê sal piştî qutbûna têkiliyên dîplomatîk ên navbera Kolombiya û Venezûelayê, herdu welatan sefîrên bilind li hev tayîn kirin û dest bi asayîkirina têkiliyan kirin. -
Kolombiya dixwaze bi ELN’ê re diyalogê ji nû ve bide destpêkirin
Hikûmeta Kolombiyayê ragihand ku piştî hilbijartina Gustavo Petro wek serokkomar, ew dixwaze bi alîkariya Kubayê bi Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) re diyalogê ji nû ve bide destpêkirin. -
Li Koreya Başûr lehî rabû: 11 kes mirin, 8 kes winda ne
Li Koreya Başûr, ji 115 salan û vir ve barana herî zêde dibare. Di encamê de lehî rabû û herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Rojnamevana Rûsî Marîna Ovsîannîkova li Moskovayê hat girtin
Rojnamevan Marîna Ovsîannîkova ku bi dijbertiya xwe ya vekirî ya li hemberî şerê li Ûkraynayê tê nasîn, bi hinceta ku artêşa Rûs “bê îtîbar” kiriye hat girtin. -
Li gorî Îranê fuzeya ku Rûsya şand fezayê wê ‘sîxurî’yê neke
Serekê Saziya Fezayê ya Îranê Hasan Salarîeh da zanîn ku peyka Îranê ya ku Rûsyayê şandiye fezayê ne ji bo sîxuriyê ye. -
Li Kongoyê zêdeyî 800 girtî reviyan
Li Rojhilatê Komara Kongoyê ya Demokratîk komek çekdar êrîşê girtîgehê kirin, di encamê de du polîs mirin û zêdeyî 800 girtî reviyan. -
Di navbera Venezûela û Kolombiyayê de pêvajoya asayîbûnê destpê kir
Piştî ku di dîroka Kolombiyayê de yekemcar çepgirek bû Serokkomar, Venezûelayê ragihand ku ew dixwaze bi cîranê xwe re ji nû ve têkiliyên leşkerî deyne. -
DYE’yê tevdîrên Trump ên li dijî koçberan betal kir
DYE’yê tevdîrên ku Donald Trump demekê ji bo koçberan gotibû ‘’Li Meksîkayê bimîne’, betal kir. -
Fermandarekî payebilind ê Talîban a Pakistanê li Efxanistanê hate kuştin
Fermandarekî payebilind ê Tevgera Talîban a Pakistanê (TTP), di encama teqîna wesayîta wî li rojhilatê Efxanistanê, mir. -
FBI'yê avêt ser vîlla Trûmp a li Flordîdayê
Polîsên federal ên DYE'yê FBI avêtin ser vîllaya navdar a Serokê berê yê DYE'yê Donald Trûmp a li Florîdayê û lêgerîn kirin. -
Polîsên Londonê lêgerîna tazî li sedan zarokan kirin
Polîsên Londonê di rojên derbazbûyî de, bi gelek bûyerên weke nijadperestî û zayendperestiyê hatibûn rexnekirin. -
Li Îranê êrîşa bi kêrê: 10 kes mirin
Li eyaleta Kermanê ya li başûrê Îranê, kesekî bi kêrê êrîş kir. Di encamê de 10 kes hatin kuştin. -
Li Çadê rêveberiya cûntayê bi dehan komên çekdar re peyman îmze kir
Mahamat Îdrîss Deby Itno yê li ser rêveberiya cûntayê ya Çadê ye bi 40 komên çekdar re peyman îmze kir. -
Li Necefê teqîn: 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Necefê li depoyeke çek û cebilxaneyan a hêzên Heşdî Şebî teqînekê rû da. Hate ragihandin ku 7 kesan jiyana xwe ji dest dane, 5 kes jî birîndar bûne. -
Li Kolombiyayê serokkomarê yekemîn ê çepgir dest bi wezîfeyê kir
Serokkomarê yekemîn ê çepgir ê dîroka Kolombiyayê Gûstavo Petro sond xwar û dest bi wezîfeyê kir. Ji bo peymana aştiyê bang li komên çekdar kir û diyar kir ku wê dawî li 'şerê neserketî yê li dijî narkotîkê' bîne. -
Di navbera Îsraîl û Cîhada Îslamî de agirbest hate ragihandin
Piştî şerê sê rojan ê li Gazzeyê, di navbera Îsraîlê û koma çekdar a Fîlîstînî Cîhada Îslamî agirbesteke hesas kete meriyetê. -
Wê 72 parçeyên xezîneya Benîn li Nîjeryayê vegerînin
Di sala 1897’an de Hêzên Îngilîzistanê li Nîjeryayê 10 hezar parçeyên xezîneyê talan kiribû. Wê muzexaneya Hornîmanê ya li Londrayê 72 parçeyên xezîneyê li Nîjeryayê vegerîne. -
Di navbera welatên Rojava û Rûsya de hevrîkiya ‘Afrîqa’ pêş dikeve
Wezîrê Karên Derve yê DYE’ê Antony Blînken, ji bo ku li dijî nifûsa dîplomatîk a Rûsyayê derbikeve, serdana Afrîqayê kir. -
Îsraîl êrîşî Xezayê kir: Nêzî 30 kes mirin, 215 kes birîndar bûn
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan di operasyonên li Xezayê de serokê Cîhada Îslamî kuştine. Rayedarên Filîstinî diyar kirin ku ku 6 jê zarok nêzî 30 kes mirine, 40 kes jî hatine destgîrkirin. -
Çarçoveya Hemahengiyê ji bo hilbijartina pêşwext mercên xwe eşkere kir
Çeçroveya Hemahengî têkildarê hilbijartinên pêşwext ên Iraqê mercên xwe eşkere kir, rêveberê çarçoveyê Elewey got, “Eger blokên siyasî li ser dubare pêkanîna hilbijartinê lihev bikin, divê li gorî destûr û yasayê be.” -
Li Bexdayê li pêşiya mixazeyeke ku berhemên ji Tirkiyeyê difirot teqînek çêbû
Li Bexdayê ya ku paytexta Iraqê ye li pêşiya mixazeyeke ku cil û bergên ji Tirkiyeyê difirot teqînek çêbû. -
Li Kamerûnê 200 kes ji ber kolerayê mirin
Li Kamerûnê, ji Cotmeha 2021'ê û vir ve ji ber şewba kolerayê 200 kesî jiyana xwe ji dest dan.