CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Agahiyên nû derbarê hejmara kuştiyên xwepêşandanên li Îranê
Li gorî agahiyên nû ku li malpereke farsî ya bi navê Kelêmê hatî belavkirin tê gotin ku tenê li bajarokê Şehriyar herî kêm 104 kes û li bajarokê Rûdhên jî 16 xwepêşander ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin. -
Îstîfaya serokwezîrê Iraqê jî çalakî neda sekinandin
Parlementoya Iraqê îstîfaya serokwezîr Abdulmehdî qebûl kir lê çalakî û xwepêşandan hê jî didomin. -
Parlamenta Iraqê îstifaya Abdulmehdî qebûl kir
Parlamenta Iraqê îstifaya Serokwezîr Adil Abdulmehdî qebûl kir. -
Li Iraqê cara pêşî ye cezayê îdamê li efserekî hate birîn
Li Iraqê dadgehekê cara pêşî ye ku cezayê îdamê li efserekî polîs hate birîn, ku efser bi kuştina çalakgeran tê sûcdarkirin. -
Efuya Navnetewî: Di xwepêşandanên Îranê de herî kêm 161 kes mirin
Îro Rêxistina Efûyê ya Navnetewî di peyamekê de bîlançoyekî nû derbarê hejmara kuştiyên xwepêşandanên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de weşand. -
Ebdulmehdî wê îstifaya xwe pêşkêşî parlemetoyê bike
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ragihand wê îstifaya xwe pêşkêşî parlementoyê bike. -
Destûra Bingehîn a Sûriye xitimiye, Pedersen carekî din Tirkiye hişyar kir
Nûnerê Taybet ê NY’yê yê Sûriye Geîr Pedersen diyar kir ku di tûra duyemîn a civînên destûra bingehîn de ti civînek pêk nehatiye, carekî din bang li Tirkiyeyê kir ku rêz ji serwerî û yekparebûna xaka Sûriyeyê re bigire. -
Li Nasiriyê 5 çalakvanên din hatin kuştin
Piştî rojeke bi xwîn ya li Nasiriyê ya dikeve başûrê Iraqê, 5 çalakvanên din jî hatin kuştin. -
Misir,Yewnan û Qibris: Peymana ewlehî ya di navbera Tirkiye û Lîbyayê de ne rewa ye
Wezaretê Karên Derve ya Misrê, Qibris û Yewnanistanê nerazîbûn nîşanî peymana ku duh di navbera Tirkiyê û Lîbyayê çêbûyî de da û diyar kirin ku peymana hevkariya ewlehî û deverên deryayî ya di navbera Enqere û Lîbyayê de hatî îmzekirin, ne rewa ye. -
Serokwezîrê Iraqê îstifa dike, xwepêşandanên kêfxweşiyê destpê kirin
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebudlmehdî piştî xwepêşandanên bi qasî du meh in dewam dike neçar ma ku îstifa bike. Li Qada Tehrîr a Bexdayê xwepêşandanên kêfxweşiyê tên kirin. -
Erdheja Albanyayê: 49 kes mirin, 5 hezar kes bêmal man
Li Albanyayê serê vê heftiyê b himeta 6.4'an erd hejiya, li gorî bîlançoya nû 49 kes mirin, 5 hezar kes bêmal man. -
Talîban: ji bo ji nû ve muzakerkirina bi Amerîka hê pir zû ye
Tevgera Talîban da zanîn ku hê “zû ye” ku ew qala destpêkirina ji nû ve muzakereyên bi Amerîka re bikin. -
Sîstanî bang li parlamentoya Iraqê kir: Ji pişt hikûmetê vekişe
Mezintirîn otorîteya Şiiî ya Iraqê Ayetûllah Sîstanî li xutbeya Înê bang li parlamentoya Iraqî kir ku desteka xwe ji pişt hikûmetê vekişîne. Di çalakiyên Iraqê de 400 kes hatine kuştin. -
Li Iraqê tundî zêde bû, bi dehan çalakger mirin
Roja Pêncşemê yek ji rojên herî dijwar û giran ên pêvajoya xwepêşandanên şermezarkirinê yên li Iraqê bû. Lİ başûrê Iraqê nêzî 40 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Li Sûdanê partî û rejîma Beşîr hate feşkilandin
Konseya Bihurînek a li Sûdanê ava bûyî ferman da ku partî û rejîma dîktator El Beşîr bifeşkilîne, ku Omer El Beşîr nêzî 30 salên neşikandî welat rê ve biribû. -
Neteweyên Yekbûyî ji bo Zîmbabweyê hişyar kir
Neteweyên Yekbûyî hişyar kir ku li Zîmbabweyê ku welatekî xizan ê Efrîkayê ye bi milyonan mirov bi rengekî cidî di nava metirsiya birçîbûnê de ne. -
Fransa wê li ser komele û saziyên Îslamîst bijdîne
Li Fransayê ya ku komên ku piştgirê çeteyên Îslamîst yên radîkal zêde ne, hikûmetê ragihand ku li dijî van koman wê tevdîr werin jidandin. -
Li Nasiriyeyê herî kêm 13 xwepêşandêr hatin kuştin
Li bajarê Nasiriyeyê yê eyaleta Zîkkarê, ji ber êrişa hêzên dewletê herî kêm 13 xwepêşandêr hatin kuştin. -
Çalakgeran konsolosxane şewitandin, Îranê got, 'em ê bersivê bidin'
Xwepêşandêran li bajarê Necefê yê Iraqê konsolosxaneya Îranê şewitandin. Îranê jî gef xwar ku wê bersivê bide vê yekê. -
Li Necefê konsolosxaneya Îranê hate şewitandin
Li Necefê ya Iraqê, ku ji bo Şiîyan bajarekî pîroz e konsolosxaneya Îranê hate şewitandin. Îranê xwest ku tevdîr werin standin. Li Nasiriyê 13 çalakger hatin kuştin. -
Li Cenevreyê krîza li ser ‘Sûriyeyê’ didome
Ligel ku NY israr dike jî krîza di civînên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê didome. Heyeta rejîma Sûriyeyê tevlî civînan nabe û diyar kir ku komên ‘mûxalif’ heyeta Tirkan e. -
Li gorî Hamaney Îranê 'komployeke pir taloke' pûç kiriye
Lîderê dînî yê Îranê Ayetullah Elî Hameney piştî xwepêşandanên li dijî bihabûna sotemeniyê îdîa kir, ''komployeke pir taloke'' pûç kirine. -
Li Başûrê Iraqê jiyan sekinî
Li Başûrê Iraqê piştî xwepêşandanên roja Sêşemê gelek dibistan û saziyên rêveberiyê nehatin vekirin. -
Li Bexdayê sê teqînên cuda, li Kerkûkê liv û tevgera DAÎŞ'ê
Li Iraqê çalakiyên ji bo şermezarkirina rejîmê didomin. Balkêş e ku di nava du hefteyên dawî de çeteyên DAÎŞ'ê êrişên xwe zêde kirin. -
Li Albaniyayê erdhej, herî kêm 6 kes mirin
Li Albaniyayê bi pîleya 6.4 erd hejiya. Di erdhejê de herî kêm 6 kes mirin.