CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Rejîma Îranê li dijî gel ‘serketina xwe’ îlan kir!
Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî li dijî xwepêşandanên li dijî bilindkirina bihayê benzînê ‘serketin’ îlan kir. Lîderê olî Ayetûllah Elî Xaminey jî got: “me dijmin têk bir”. -
Li Îranê zext jî raperîn jî mezin dibe
Raperîna ku li Îranê li dijî zêdebûna buhayê benzînê dest pê kir her mezin dibe. Zext û êrişên rêveberiyê jî giran dibe. Tê gotin ku herî kêm 100 kesî jiyana xwe ji dest dane. -
Îsraîlê berpirsyariya êrişên hewayî yên li Sûriyeyê da ser milê xwe
Artêşa Îsraîlê berpirsyariya hin êrişên 'mezin' ên li dijî navendên leşkerî yên li Sûriyeyê da ser milê xwe û diyar kir ku êriş ji bo 'bersiva' li êrişa bi roketane. -
Wezareta Karên Derve ya Swêdê bang li Sefîrê Bilind ê Îranê kir
Swêdê, ji bo tundiya ku li Îranê rejîm li xwepêşandêran dike şermezar bike bang li Sefîrê Bilind ê Îranê kir. -
Roja Mafên Zarokan: Pêşketin heye, lê pirsgirêkê jî didomin
Li gorî rapora UNICEF'ê di nava 30 salên dawî de tevî ku mafên zarokan hinekî baş bûne jî hîn pirsgirêkên giran hene ku yekser bandorê li sed milyonan zarokî dikin. -
Serhildana li Îranê geş dibe, xetên telefon û înternetê hatin birîn
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ‘serhildana ji bo benzînê’ didome. Rejîmê xetên telefon û înternetê qut kir. Nûnerên Spay Pastaran û Hamaney jî gef li xwepêşanderan xwar. -
Rûsyayê bi dehan zarokên çeteyan wergirt
Rûsyayê ragihand ku wan bi dehan zarokên çeteyên DAÎŞ'ê yên li Iraqê di girtîgehê de ne wergirtiye. -
NY: Li DYE'yê 100 hezar zarokên koçber girtî ne
Piştî ku Donald Trump bû Serok, polîtîkayên DYE'yê yê li dijî koçberan roj bi roj giran bûn. Li gorî texmînan li DYE'yê herî kêm 100 hezar zarok di girtîgehê de ne û li navendên dersînorkirinê ne. -
'Raperîna benzînê' didome: Mirin û destgîrkirin zêde dibin
Li Îranê çalakiyên ji bo şermezarkirina 200 ji sedî ya buhayê benzînê didomin. Di êrişa hêzên ewlekariyê yên Îranê de herî kêm 12 kes hatin ukştin. Tê gotin ku zêdeyî hezar kes jî hatine destgîrkirin. -
Li Îranê raperina gel belavî Rojhilat bû
Li Îranê gel li dijî zama benzînê li kolanan e. Çalakî belavî bajarên mezin yên welat û Rojhilatê Kurdistanê jî bû. -
Li Îranê gel li dijî zamkirina benzînê daket kolanan
Li Îranê ya ku krîzeke ekonomîk heye 50 ji sedî zam li benzînê hate kirin û gel li dijî zamê daket kolanan. -
Li Îranê 50 ji sedî zam li benzînê hate kirin
Li Îranê ya ku krîzeke ekonomîk heye 50 ji sedî zam li benzînê hate kirin. -
Li Bexdayê 4 çalakvanên din jî mirin
Ji ber bombeyên gazê yên hêzên ewlekariyê li paytexta Iraq Bexdayê 4 xwepêşanderên din mirin. -
Li Gazzeyê bi navbeynkariya Misrê agirbest hate ragihandin
Li Şerîda Gazzeyê bi navbeynkariya Misrê di navbera Îsraîlê û Îslamî Cîhad de agirbest hate ragihandin. Di êrişên Îsraîlê de herî kêm 30 mirovan jiyana xwe ji dest dan. -
Li lûleyeke petrolê ya Misrê şewat derket, gelek kes mirin
Li lûleyeke petrolê ya li Misrê ji ber şewatê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Xezzayê ji ber êrîşan 22 kes mirin
Îsraîlê roja Çarşemê li Xezzayê êrîşeke hewayî li dar xistibû. Di vê êrîşê de 22 kesên ji Filîstînê mirin. -
Serokkomarê Lubnanê gel bi hêrs kir
Piştî daxuyaniya Serokkomarê Lubnanê ku daxwazên serhildana gel ji nedîtî ve hat, çalakgeran ji nû ve bend danîn ser rê. -
Elmanya di firotina çekan de li pey rekorê ye
Elmanyayê bi destûra ji bo firotina çekan a 10 mehên destpêkê yên sala 2019'an re bazirganiya çekan gihand asta herî bilind. Elmanyayê peymana çekan a bi nirxê ji 7 milyar Euroyî pejirand. Muşteriyê herî baş ê Elmanyayê jî Tirkiye ye. -
Polîsên Elman li Offenbackê 3 çeteyên DAÎŞ’î destgîr kirin
Polîsên Elman li bajarê Offenbach a dikeve rojavayê Elmanyayê sê DAÎŞ’iyên ku bi gumana ku wê bi teqemeniyan li bajar êrîşekê bikin destgîrkirine. -
Li Iraqê zext zêde bûn, mamoste ketin grevê, dibistan hatin girtin
Ji ber greva giştî ya mamosteyan a li Iraqê li başûrê Iraqê dibistan û zanîngeh girtî man. Hikumetê zexta li çalakgeran zêde kir. -
Bîlançoya giran a xwepêşandanên li Iraqê
Li Iraqê bi hefteyan e li dijî hikumetê xwepêşandan tê kirin û bîlançoya van xwepêşandanan giran dibe. Di xwepêşandanan de bi sedan kes hatin kuştin û nêzî 6 milyar dolar xisar çêbûye. -
Efganistan wê sê rêveberên Talîbanê serbest berde
Serokkomarê Efganistanê Eşref Ganî diyar kir ku wê du profesorên biyan ên di destê Talîbanê de û sê endamên Talîbanê yên di destê wan de serbest werin berdan. -
Trump piştî Morales Venezûela û Nîkaragûa kir hedef
Serokê DYE'yê Donald Trump îdîa kir ku neçarbûna Serokdewletê Bolîvyayê ji bo îstifakirinê nîşaneyeke ji bo 'rejîmên nerewa' ye. -
Îsraîlê fermandarê Îslamî Cîhad ê Filistînî kuşt
Artêşa Îsraîlê bi hinceta êrişa bi roketan êriş kir û fermandarekî payebilind ê Îslamî Cîhad a Filistinî kuşt. -
Morales çû Meksîkayê: Di demeke nêz de ez ê vegerim
Serokê berê yê Bolîvyayê Evo Morales diyar kir ku li welatê wî gef lê tê xwarin û çû Meksîkayê.