CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Iraqî naxwazin lê her diçe destwerdana li derve ya li Iraqê zêdetir dibe
Yek ji daxwazên sereke yên xwepêşanderên Iraqê pêşîlêgirtina destwerdana derveyî ya di kar û barên navxweyî yên Iraqê ne. Lê belê berevajî daxwaza Iraqiyan her ku diçe destwerdanên derveyî berfirehtir dibe. -
Li Spanyayê têkçûna çepgiran bi kêrî rastgiran hat
Li Spanyayê roja Yekşemê hilbijartineke giştî hate lidarxistin. Sosyalîst di vê hilbijartinê de bi ser ketin lê bi qasî ku karibin hikumetê ava bikin deng nestendin. Partiya rastgir Vox jî li parlementoyê bû partiya sêyemîn. -
Ji bo xwepêşandanên li Iraqê Îran, DYE û NY ketin nav hewldanan
Xwepêşandanên li Iraqê hê jî didome û êrîşî xwepêşanderan tê kirin.Tê îddîakirin ku alîyên siyasî yên li Iraqê bi qasidiya Îranê li hev kirine. DYE û NY jî xwest bila hilbijartineke pêşwext were kirin. -
Morales ji bo ji nû ve pêkanîna hilbijartinê îstifa kir
Serokdewlet Evo Morales ku 13 sal in Bolîvyayê bi rê ve dibe, piştî banga 'îstifa bike' ya leşker û polîsan ji bo ji nû ve pêkanîna hilbijartinê dest ji wezîfeyê berda. -
Di hilbijartinên Spanyayê de Partiya Sosyalîst bi ser ket
Li Spanyayê di hilbijartinên giştî de partiya sosyalîst li pêş e. Lê belê ti ji partiyan piraniya kursiyên li parlamentê wernegirtin. -
Li Bangladeş û Hindistanê ji ber bahoza Bûlbûlê 8 kes mirin
Li Hindistan û Bangladeşê bahoza Bûlbûlê rabû. Li her du herêman 8 kes ji ber bahozê mirin. Li Bangladeşê du milyon mirov bi şev li stargehan man. -
Li Spanyayê hilbijartin tê kirin
Li Spanyayê, ji ber bêaramiya siyasî careke din hilbijartin pêk tê. -
Li Iraqê 7 xwepêşandêrên din jî hatin kuştin
Çalakiyên şermezarkirinê yên ji bo têkçûna rejîma li Iraqê didomin. Di asta herî bilind de ji bo bidawîbûna tevgera nerazîbûnê û parastina desthilatdariyê li hev hate kirin. Piştî lihevkirinê 7 xwepêşandêrên din hatin kuştin. -
Xwepêşanderên Bexdayê herikîn kolana Reşîd
Xwepêşanderên Bexdayê yên herikîn kolana Reşîd û rastî hêzên ewlekariyê hatin bi dehan xwepêşander birîndar bûn. -
Xwepêşandanên li Iraqê didomin
Li Iraqê xwepêşandanên li dijî hikumetê didomin. Di xwepêşandanên hefteya dawî de 23 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Trump axivî: Şerê bazirganiyê yê DYE-Çînê hîn neqediya ye
Piştî daxuyaniyên DYE û Çînê yên der barê bidawîbûna şerê bazirganiyê, Donald Trump got, 'lihevkirin nîne'. -
Li Kendava Îranê dronek hate xistin
Artêşa Îranê ragihand ku li herêma Bender Mahşehr a li Kendavê balafireke keşfê ya bê mirov ‘a nehate naskirin’ xistine xwarê. -
NY: Tirkiye ambargoya çekan a li Lîbyayê binpê dike
Li gorî rapora veşartî ya pisporên ji kontrolkirina ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî berpirsyar, Tirkiye, Urdun û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî ji sala 2011'an ve ambargoya çekan a li dijî Lîbyayê binpê dikin. -
Netanyahû: Di mijara nukleerê de Îran derewan dike
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû îdîa kir ku armanca Îranê ji hilberîna ûranyûma dewlemendkirî çeka nukleerî ye û got, "Tehran derewan dike." -
Îranê nerazîbûn nîşanî xwepêşandanên li Iraq û Lubnanê da
Îranê nerazîbûn nîşanî xwepêşandanên şermezarkirinê yên li Iraq û Lubnanê da ku demeke didomin. Rayedarên Îranê îdîa kirin ku hin hêz hewl didin kesên nêzî DYE'yê bikin desthilatdar. -
Xwepêşandana Iraqê: 90 hezar varêl petrol hate blokekirin
Di encama xwepêşandanên li peravên başûrê Iraqê rê hatin girtin, 90 hezar varêl petrol hate blokekirin. -
MACRON: NATO miriye
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron diyar kir ku NATO miriye û QSD dibe qurbanê biryara DYE û operasyona Tirkiyeyê. -
Li Bûrkîna Faso 37 kes di êrişekê de hatin kuştin
Li rojhilatê Bûrkîna Faso konvoya Semafo ku şîrketa madenê ya Kanadayî ye kete kemînê. Herî kêm 37 kes ji ber kemînê jiyana xwe ji dest dan û 60 kes jî birîndar bûn. -
Ji ber ‘Rojava’ ceza dan girtiyên li Şakranê!
57 girtiyên li Şakranê ji ber ku li dijî êrîşên dagirker daxwazname ji Wezareta Edaletê re nivîsandin, cezayê hucreyê li wan hate birîn. -
Pêla tundiyê ya li Meksîkayê didome
Hate ragihandin ku li Meksîkayê heft cenaze di qemyonetekê de hatin dîtin. -
Îranê dest bi bernameya dewlemendkirina ûranyûmê kir
Îran ku piştî DYE'yê biryar wergirt ku xwe ji berpirsyariyên Peymana Nukleerê vekişîne, ragihand, ku ji îro û pê ve dest bi dewlemendkirina ûranyûmê kirine. -
Li Tacikistanê şer: 17 kes mirin
Li Tacikistanê li dijî parêzvanên sînoran êrîşek hate kirin. Di êrîşê de 15 ‘êrîşkar’ polîsek û leşkerek mirin. -
Îran wê dîsa dest bi xurtkirina ûranyûmê bike
Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî diyar kir ku wê qewlekî din ê di çarçoveya peymana nukleer de betal bikin. -
Li Bexda û bajarên başûr înternet hate qutkirin
Rayedarên Iraqê li hemberî xwepêşandanên gel ên ku dixwazin bila rejîm bikeve, li Bexdayê û bajarên başûr înternet qut kirin. -
Emerîka xwe bi rengekî fermî ji Peymana Avhewayê vedikişîne
Emerîkayê ku beriya niha biryar wergirtibû xwe ji Peymana Avhewayê ya 2015'an vekişîne wê vê biryara xwe di Mijara 2020'î de bi rengekî fermî bixe meriyetê.