CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Atîna: Divê Tirkiye berpirsyariya xwe bi cih bîne
Serokwezîrê Yewnanîstanê Kirîakos Mîçotakîs bang li Tirkiyê kir ku bi berpirsyariya xwe rabe û koçberiya Egeyê rawestîne. Mîçotakîs her wiha xwest ku peymana penaberan a 2016'an ji nû ve were nirxandin. -
Otorîteyê olî yê li Iraqê piştevaniya çalakgeran kir
Otorîteyê olî yê bilind ê Iraqê Ayetûllah Alî Sîstanî destek da tevgera protestoyî ya li Iraqê ku çar roj in didome û bang li rayedaran kir ku bersivê bidin daxwazên çalakgeran. -
Riyad bi germî nêzî pêşniyara agirbestê ya Hûsiyan bû
Erebistana Siûdî ji bo pêşniyara agirbestê ya Hûsiyên li Yemenê got 'erênî' ye, lê belê diyar kir ku ew li benda pratîkê ne. -
Nûnerên DYE û Talîbanê li Pakistanê hevdîtin kirin
Heyetek ji tevgera Talîbanê Pêncşemê li paytexta Pakistan Îslamabadê bi nûnerê taybet ê DYE'yê yê li Efganistanê Zalmay Halîlzad re hevdîtin kir. -
Pentagon xwe ji bo lêpirsîna ezilkirina Trump amade dike
Pentagonê ragihand, di mijara lêpirsîna ezilkirina Serokê DYE'yê Donald Trump de ew xwe ji hevkariya bi kongreyê re amade dike. -
Li Ekvadorê Rewşa Awarte hate ragihandin
Li Ekvadorê ku li dijî zêdebûna buhayê sotemeniyê çalakiyên protestoyî tên kirin, Serokkomar Lenîn Moreno Rewşa Awarte ragihand. -
Bûlgaristan: Neheqî li me hate kirin
Devera ku febrîqeya nû ya Volkswagenê lê bê avakirin êdî diyar dibe. Di encama bazara ku bi desthilatdariya Erdogan re hate kirin, tê payin ku şîrketa Elman ji bo avakirina febrîqeyê Tirkiyeyê tercîh bike. Bûlgaristan ji ber vê yekê matmayî û nerazî ye. -
Bîlançoya protestoya li Iraqê giran dibe
Li Iraqê sê roj in protesto tê kirin. Heta niha 29 kes di van protestoyan de mirine. -
Li Kongoyê kan hilweşiya, 25 kes mirin
Li kaneke zêran a li Manîemayê ya ku li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê ye, erd hilweşiya. Di vê kanê de 25 karkerên kanê mirin. -
Xwepêşandanên li Iraqê didomin: Herî kêm 18 kes mirin
Xwepêşandanên li Iraqê di roja sêyemîn de ne. Hikumetê derketina derve û xwepêşandan qedexe kir. Li gorî hin çavkaniyan di nava du rojan de herî kêm 18 kes mirin. -
Li Koreya Başûr ji ber bahozê herî kêm 6 kes mirin
Li Koreya Başûr ji ber bahoza Mîtagê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Bexdayê derketina derve hate qedexekirin
Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî li paytext Bexdayê derketina derve qedexe kir. -
Li Fasê çalakiyên ji bo azadiya jinê û çapemeniyê
Li Fasê ku mafên jinan her roj tên kêmkirin, bi dirûşma "Azadî di rewşeke metirsîdar de ye, çapemenî di rewşeke metirsîdar de ye" çalakî hate lidarxistin. -
Di xwepêşandana li Iraqê de ciwanek din jî mir
Yek ji xwepêşanderên di çalakiya protestoyî ya li patexta Iraq Bexdayê de birîndar bûbû, mir. -
Yewnanîstan bi greveke nû felc bû
Li Yewnanîstanê bi banga sendîkayên sektorên taybet û gihandina giştî, li dijî pêşnûmeya yasaya têkilî bazara kar ji bo 24 saetan grev hate kirin. -
Nûnerên DYE û Talîbanê bi hevdemî serdana Pakistanê kirin
Dîplomatê DYE'yî Zalmay Halîlzad û ji damezrînerên Talîbanê Abdul Ganî Baradar bi hevdemî serdana Pakistanê kirin. -
Koreya Bakur dîsa fuze ceriband
Hate ragihandin ku ji peravên Koreya Bakur ber bi behrê ve fuze hatiye avêtin. -
Li Iraqê 2 çalakger hatin kuştin
Li paytexta Iraqê Bexdayê û li başûrê Iraqê di çalakiyên protestoyî de yên bi daxwaza kar û xizmetê de du çalakger hatin kuştin. -
Li DYE'yê pêvajoya ezilkirinê geş dibe
Li DYE'yê pêngavên beramberî hev ên têkilî pêvajoya ezilkirina Donald Trûmp didomin, herdu alî hev bi ''pirnisandina şahidan' û 'deryasatiyê' sûcdar dikin. -
'Madeya kîmyewî' ya li kargehê pirsgirêka mafên mirovan e
Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand, parastina karkeran ji madeyên kîmyewî yên li kargehan pirsgirêkeke mirovî ye. -
Îranê ji ber ‘sîxûriyê’ 4 kes mehkûm kir
Erka Edlî ya Îranê ragihand 4 kesên bi hinceta ji bo DYE û Qiraliyeta Yekbûyî sîxûriyê dike mehkûm kirine. -
5 sal ceza li birayê Ruhanî hate birîn
Dadgehê ji doza nelirêtiyê 5 sal cezayê girtîgehê da birayê Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî Huseyîn Fereydûn. -
Li Efganîstanê êrîş: Bi kêmanî 11 polîs mirin, 13 hêsîr bûn -Nû BÛ
Li rojhilatê bakur ê Efganîstanê ji ber êrîşa Talîbanan 11 polîs mirin, ji 10'an zêdetir hêsîr hatin girtin. -
Koreya Bakur û DYE dîsa wê li hev rûnin
Ajansa nûçeyan a fermî ya Koreya Bakur KCNA'yê ragihand Koreya Bakur û DYE dîsa wê li hev rûnin. -
Li Korsîkayê FLNC'ê xwe ji nû ve bi rêxistin kir
Li herêma Korsîka ya Fransayê, rêxistina FLNC'ê ku di sala 2014'an de dest ji çekan berda, biryar wergirt ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike.