CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Hindistanê hejmara qurbaniyên lehiyê bû 140 kes
Hejmara mirovên ku ji ber lehiyê li Hindistanê jiyana xwe ji dest dan bû 140 kes. -
Yewnanistan wê 10 hezar koçberan vegerîne Tirkiyeyê!
Hikumeta Yewnanistanê diyar kir ku heta dawiya sala 2020’an wê 10 hezar koçberan vegerînin Tirkiyeyê. -
'Johnson wê pêşniyareke nû pêşkêşî Yekîtiya Ewropayê bike'
Tê gotin ku Serokwezîrê Brîtanyayê Johnson wê ji bo derketina ji Yekîtiya Ewropayê ya Îngilistanê (Brexit) pêşniyarên nû pêşkêşî Yekîtiya Ewropayê bike. -
Gundiyên Elman li dijî kanên komirê li ber xwe didin
Gundiyên Elman ku ji bo kanên komirê dixwazin malên wan bên desteserkirin, di demekê de ku soz tê dayin komir bê terikandin, bi dirûşma 'Beriya mafê kanê, mafê mirovan' li ber xwe didin. -
Îran: Têkbirina Îsraîlê êdî ne tiştekî xeyalî ye!
Şefê Muhafizên Şoraşa Îranê Huseyîn Salamî têkbirina Îsraîlê bi gotina ‘Êdî ne xeyal e, armancek ku mirov dikare xwe bigihînê ye’ pênase kir. -
Erebistana Siûdî peyamek ji Rûhanî re şand
Berdevkê hikumeta Îranê ragihand ku Erebistana Siûdî bi rêya rêveberên biyanî peyam ji Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî re şandiye. -
Li Hindistanê bi dehan kes ji ber lehiyê mirin
Li Hindistanê ji ber barana mûsonê sê roj in lehî radibe û heta niha bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dane. -
Li Yewnanistanê agir bi kampa koçberan ket
Agir bi kampeke koçberan a girava Mîdîllîyê ya Yewnanistanê ket û du kes mirin. Ji ber vê bûyerê koçberên li kampê serî hildan. -
Li Çînê ji ber şewata li febrîqeyekê 19 kes mirin
Li rojhilatê Çînê ji ber şewata li febrîqeyeke xurekê 19 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li dinyayê 40 milyon mirov mîna koleyan e
Neteweyên Yekbûyî ragihand, ji bo ku heta sala 2030'î koledarî bê bidawîkirin divê her roj 10 hezar mirov ji koledariyê bên rizgarkirin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî li dinyayê 40 milyon mirov kole ne. -
Li Îranê ji bo sektora petrolê hişyariyeke mezin hate kirin
Wezîrê Petrolê yê Îranê Namdar Zanganeh li dijî gefên êrîşên maddî û sîber, ji bo sektora petrolê hişyariyeke di asta bilind de da. -
Bîlançoya erdeheja li Endonezyayê girantir bû
Ji ber erdheja tund ku di nava vê hefteyê de li komgravên Maluka yê dikeve rojhilatê Endonezyayê çêbûbû de hejmara mirinan gihişte 30 kesî. -
Hûsiyan diyar kirin ku wan bi hezaran leşkerên Siûdî girtine
Milîsên Hûsî yên Yemenî diyar kirin, ku di dema êrîşeke berfireh de wan bi hezaran leşkerên Siûdî êsîr girtine û dest danîne ser bi sedan wesayitên zirxî. -
Trump: Paşeroja DYE'yê ji her demê bêhtir di metirsiyê de ye
Serokê DYE'yê Donald Trump ku ji bo ji wezîfeyê bê dûrxistin ketiye ber lêpirsînê, diyar kir ku çarenûsa welatê wî ji her demê bêhtir di rewşeke metirsîdar de ye. -
Pakistanê gefa şerê nukleer li Hindistanê xwar
Serokwezîrê Pakistanî Îmran Xan li NY'yê îxtîmala şerekî pêkan a bi Hindistanê re anî ser zimên û gef lê xwar ku bi vî welatî re şerekî nukleerî derkeve. -
Li Çadê kana madenê hêrivî, 52 kes mirin
Hate ragihandin li Çadê kana madenê hêriviye û bi kêmanî 52 kes mirine. -
Li peravên Yewnanistanê 5 jê zarok 7 koçber mirin
Keştiya ku 19 koçber têde bûn dema dixwestin ji Tirkiyeyê derbasî Yewnanistanê bibin noqî avê bû. Ji 19 koçberan 5 jê zarok 7 kes mirin. -
'Li Misrê di nava hefteyekê de 2 hezar kes hatin destgîrkirin'
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ragihand, li Misrê di nava hefteyekê de di xwepêşandanên dijî hikumetê de nezî 2 hezar kes hatine destgîrkirin. -
Bavê wî ji bo azadiya Julîan Assange li Swêdê ye
Bavê damezirînê Wîkîleaksê Julîan Assange, John Shîpton ji bo azadiya kurê xwe hate Swêdê û daxuyaniya çapemeniyê da. -
Li DYE'yê ji ber çixara elektronîk 12 kes mirin
Rayedarên tenduristiyê yên Emerîkayê ragihandin, hejmara mirovên ji ber çixara elektronîk bi nexweşiyên pişikê ketine zêde bûne û 12 kes ji ber vê sedemê jiyana xwe ji dest dane. -
DYE: Rejîma Sûriyê çeka kîmyewî bi kar anî!
Wezîrê Karê Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo îdîa kir rejîma Beşar Esad gulanê li Lazkiyê çeka kimyewî avêtiye. -
Emerîka li rêveberên Îranî û malbatên wan hate qedexekirin
Rêveberiya Washingtonê ragihand, ku Emerîka li gelek rêveberên payebilind ên Îranî û malbatên wan hatiye qedexekirin. -
Li Endonezyayê di erdhejê de herî kêm 20 kes mirin
Li Endonezyayê erdhejê li giravên Malûkû da û yek jê pitik herî kêm 20 kes mirin. -
Nobeta Demokrasiyê li Dêrikê domiya
Li hemberî desteserkirina sê şaredariyên HDP’ê Nobeta Demokrasiyê ya ku li Mêrdînê hatibû destpêkirin li Dêrikê domiya. -
Serokkomarê berê yê Fransayê Chrîac mir
Serokkomarê berê yê Fransayê Jacqûes Chîrac ê 86 salî jiyana xwe ji dest da.