CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Naîrobiyê salona waneyê hilweşiya 7 zarok mirin
Li paytexta Kenya Naîrobiyê li dibistana seretayî salona waneyê hilweşiya û di encamê de 7 zarok mirin. -
Îranê tankera Îngîltereyê ku desteserkiribû berda
Muhafizên Şoreşa Îranê 19’ê Tîrmehê li Kendava Hurmuzê dest danîbûn ser tankereke ya Îngîltereyê. Berdevkê hikûmeta Îranê Alî Rabîeyî got ku wan tankera Îngîlteryê berdane. -
Di serdegirtina artêşa Efganan de herî kêm 35 kesên sivîl mirin
Hêzên ewlehiyê yên Efganistanê li eyaleta Helmandê girtin ser cihekî û di serdegirtinê de herî kêm 35 kesên sivîl mirin. -
Îran: Bi hin şertan em dikarin bi DYE’yê re rûnên
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîf hin şert diyar kir kir û got ku “Em ji hevdîtina bi hin şertan re amade ne.” -
Civîna avhewayê: NY di bin zexta ciwanan de li hev kom dibe
Rêveberên 60 welatên di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ne, ji bo civîna bilind a avhewayê ya lezgîn vê Duşemê li hev kom dibin. -
Li Kendavê rageşî zêde dibe
Piştî ku DYE'yê hebûna xwe ya leşkerî li Siûdî zêde kir Îranê got ew ê nehêlin ku ti welat sînorên welatê wan binpê bikin. -
Li Sîstan û Belûcîstanê 30 hezar şagirtan dibistan terikandin
Li gorî bîlançoyên dewletê hejmara şagirtên ku dibistan terikandine li seranserî Îranê 141 hezar kes in ku ji wan 30 hezar kes li Sîstan û Belûcîstanê ne. -
Li Fransayê di çalakiyan de herî kêm 100 kes hatin destgîrkirin
Lİ Fransayê di xwepêşandanên doh ên avhewayê de bûyer qewimîn û herî kêm 100 kes hatin destgîrkirin. -
Karbondîoksît bi kêmkirina wesayitan dikare bê kêmkirin
Çalakiyên 'Yekşem a bê wesayit' ku bi hefteyan e li gelek welatên Ewropayê pêk tên îro jî didomin. Ji wesayitên girseyî wêdetir emîsyona ku ji wesayitên şexsî belav dibin di asteke bilind de ye. -
Zêrevanên Şoreşê li dijî êrîşên pêkan, gef xwar
Şefê Zêrevanên Şoreşê yên Îranê Hiseyîn Selamî got her kî êrîşê bi ser Îranê de bîne ew ê xakên wan welatan bikin qada şer. -
Hûsiyên Yemenê amade ne bi Siûdiyan re aştiyê bikin!
Milîsên Hûsî yên Yemenê ragihandin ku eger êrîşên Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Erebistana Siûdî rawestin amade ne ku êrîşên bi dron û moşekan yên li dijî Riyadê rawestînin. -
Li Cezayîrê ligel ku polîsan asteng kirin jî hezaran kes daketin kolanan
Li Cezayîrê ligel ku artêş gefê lê dixwe û polîs tevdîran werdigirin, bi hezaran kes daketin kolanan û xwestin ev rejîm ji ser desthilatdariyê biçe. -
Li Fransayê Êlek Zer dîsa li kuçeyan in
Îro rojeke zehmet li benda rayedarên Fransî ye. Di serî de li Parîsê li tevahiya welêt Êlek Zer û hawîrdorparêz wê îro li kuçeyan bin. -
Pentagon wê hêza teqwiyeyê bişîne Kendavê
Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Mark Esper ragihand ku li ser daxwaza Erebistana Siûdî û Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (MEY) wê hêza teqwiyeyê bişînin Kendavê. -
Nasrallah ji Siûdî re got: Hûn êrîşê bibin ser Îranê wê we tine bikin
Hîzbûllah li ser Siûdiyan, ku bi mehan e bi Îranê re di qirika hev de ne, got, wê Siûd ''tine bibe''. -
Bi milyonan xwendekar ji bo avhewayê dadikevin qadan
Xwendekar ji bo avhewayê li qada navneteweyî îro dikevin grevê û çalakiyan dikin. -
Zeynel Abidîn Bîn Elî mir
Zeynel Abidîn Bîn Elî yê lîderê şoreşa Tunûs ê bi ‘Bihara Ereban’ a li Tunûsê li dijî desthilatê hatibû destpêkirin hate nasîn, di encama nexweşiya penceşêrê de mir. -
Swêdê têkildarî ‘Rojava’ hişyarî da Tirkiyeyê
Wezîra Karê Swêdê Ann Lînde di mijara Rojava de Tirkiye hişyar kir û got: “Êrîş şer kûrtir dike. Rewşa Kurdan bandorê li tevahî herêmê dike.” -
Zarîf: Êrîşeke pêkan wê şerê giştî bide destpêkirin!
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf got êrîşeke pêkan a li ser Îranê ya ji hêla Siûd an jî Emerîkayê ve wê 'şerê giştî' bide destpêkirin. -
Lihevketina du meteoran li dinyayê serdema qeşayê dan destpêkirin
Hate diyarkirin ku beriya niha bi 466 milyon sal berê ji ber lihevketina du meteoran serdema qeşayê dest pê kiriye. -
Droneya Efgan 'bi şaşitî' li sivîlan da: Herî kêm 30 sivîl mirin
Hate ragihandin ku balafira şer a bê mirov a hêzên Efganistanê 'bi şaşitî' bombe li sivîlan barandiye. Ji ber êrîşê herî kêm 30 sivîl mirin û 40 jî birîndar bûn. -
Li gorî CBS Newsê êrîşa li ser petrola Siûdî Hamaney pejirand
Li gorî televizyona CBS News a Emerîkî êrîşa li ser jêr avaniya petrolê ya Siûdî bi plangeriya Îranê ye û Ayetullah Elî Hamaney êrîş pejirandiye.. -
Ji ber êrîşa bombeyî ya li dijî îstîxbarata Efgan 10 kes mirin
Li herêma Kalat a li başûrê Efganistanê li dijî avahiyeke rêxistina îstîxbaratê êrîşeke bi wesayita bombebarkirî hate kirin. Di êrîşê de 10 kes mirin û 85 kes jî birîndar bûn. Tevgera Talîbanê berpirsyariya êrîşê da ser milê xwe. -
Li başûrêrojhilat ê Asyayê qadeke berfireh a daristanî dişewite
Li Endonezya û Malezyayê ku welatên başûrêrojhilat ê Asyayê ne, ji ber şewatê qadeke daristanî ya ji sed hezaran hektarî şewitî. Şewat didome. Ji ber şewatê bi hezaran dibistan hatin girtin. -
Li Celalabatê êrîşeke xwekujî pêk hat
Di êrîşa xwekujî ya li bajarê Celalabat a Efganistanê pêk hat de, 12 kes mirin.