CÎHAN
Hemû Nûçe
-
NY: Cîhan ber bi pêşerojeke dîstopîk ve diçe
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk hişyarî da ku cîhan ber bi pêşerojeke dîstopîk a çewisandin, gengeşiya leşkerî û dezenformasyonê ve diçe. -
CENTCOM: Li Yemenê sê drone û du sîstemên fuze yên Hûsiyan hatin îmhakirin
Fermandariya Rojhilata Navîn a artêşa DYE'yê (CENTCOM) ragihand ku di nava 24 saetên dawî de sê balafirên bêmirov û du 'sîstemên fuze' yên serhildêrên Hûsî yên Yemenî hatine îmhakirin. -
Li Fasê lehî rabû: herî kêm 11 kes mirin, 9 kes winda bûn
Li başûrê Fasê lehî rabû. herî kêm 11 kes mirin, 9 kes jî winda bûn. -
Li Sûdanê êrîş: 21 kes mirin
Li bajarê Sennar ê li başûrrojhilatê Sûdanê, li bazarekê di encama êrîşa hêzên paramîlîter de 21 kes hatin kuştin. -
Bahoza Yagi li Vîetnamê bû sedema ziyaneke mezin: 9 kes mirin
Bahoza Mezin Yagi ku zirar daye gelek herêmên Çîn û Fîlîpînan û bû sedemê mirina herî kêm 24 kesan, li Vîetnamê jî bû zedema ziyaneke mezin û herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Venezuelayê serokê muxalîf welat terikand
Namzetê muxalîf Edmundo Gonzalez Urrutia îdîa dikir ku li Venezuelayê di hilbijartinên serokatiyê yê 28’ê Tîrmehê de li dijî Nicolas Maduro bi ser ketiye. Urrutia welat terikand û li Spanyayê mafê bicihbûnê xwest. -
Li Çînê bagera super: Zêdeyî 400 hezar kes hatin veguhestin
Rayedarên girava Hainan a mezin a li başûrê Çînê diyar kirin ku ji ber nêzîkbûna bagera super Yagi, weke tedbîr 419 hezar kes veguhestine. -
Li Derya Spî keştiyek koçber tê de bûn noq bû: Herî kêm 20 kes winda ne
Şaxê Îtalyayê yê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku li nêzî girava Lampedusa ya Îtalyayê keştiyek noqî binê avê bû û herî kêm 20 koçber winda bûn. -
Iraqê 12 helîkopterên şer kirîn
Iraqê ji bo kirîna 12 helîkopterên şer ên bi modela Caracal H225M li gel şîrketa Ewropî Airbus Helicopters ku hilberîna balafiran dike, peymanek îmze kir. -
Li DYE'yê xwendekarekî 14 salî çar kes qetil kir
Li dibistaneke navîn a li başûrrojhilatê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) xwendekarekî 14 salî gule reşand û 2 xwendekar û 2 mamoste qetil kir. Êrîşkar hate girtin. -
Êrîşî konvoya qeymaqamtiya Derayê hate kirin: 6 kes birîndar bûn
Wezareta Karên Hundirîn a Hikumeta Şamê ragihand ku roja Çarşemê dema konvoya qeymeqamtiya herêma Dera ya başûrê Sûriye li ser rê bû, bombeyek teqiya û di encamê de 6 kes birîndar bûn. -
Li Ûkraynayê di êrîşa Rûsyayê de 51 kes mirin
Li bajarê Poltava yê Ûkraynayê, di êrîşa fuzeyî ya Rûsyayê de ku li dijî enstîtuyeke leşkerî hate kirin, herî kêm 51 kes mirin, 271 jî birîndar bûn. -
Li Hindistanê ji ber lehiyê bi dehan kes mirin
Rayedarên Hindistanê ragihandin ku li sê eyaletan derdora 70 kes ji ber lehiyê mirine. -
3 jê zarok 13 penaber li Deryaya Manşê jiyana xwe ji dest dan
Rayedarên deryayî yên Fransî ragihandin ku roja Sêşemê 13 penaber dema ku dixwestin ji Deryaya Manşê derbas bibin, jiyana xwe ji dest dan. -
Li Kabîlê êrîşa xwekujiyê: Çeteyên DAÎŞ’ê girt ser xwe
Li paytexta Efganistan Kabîlê li ber avahiya serdozgeriyê, êrîşa xwekujiyê pêk hat. Di êrîşê de herî kêm 6 kes mirin, 13 kes birîndar bûn. Çeteyên DAÎŞ’ê êrîş girtin ser xwe. -
Keştiya Îranê li ser ava Quweytê noqî avê bû: 6 kes mirin
Li gorî medyaya Îranê keştiyeke bazirganiyê ya Îranê, li ser ava Quweytê noqî avê bû û 6 kesên ku welatiyên Îran û Hindistanê bûn, jiyana xwe ji dest dan. -
Li Kinşasayê hewldana reva ji girtîgehê: Herî kêm 129 kes hatin kuştin
Wezîrê Karên Hundir ê Komara Demokratîk a Kongoyê, diyar kir ku li ser hewldana revê ya ji girtîgeha herî mezin a welêt a li Kinşasayê di encama gulebaranê de herî kêm 129 kes hatin kuştin. Di heman demê de agahiya destavêtin li jinan hatiye kirin hene. -
Pisporên Neteweyên Yekbûyî: Îsal li Îranê 15 jê jin zêdetirî 400 kes hatin îdamkirin
Pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) dan zanîn ku îsal li Îranê 15 jê jin zêdetirî 400 kes hatine îdamkirin û anîn ziman ku ew bi taybet ji ber zêdebûna îdamkirinên di meha Tebaxê de bi fikar in. -
Ciwanên Efrîqayî: Gendelî gefê li paşerojê dixwe û rê li ber koçberiyê vedike
Li gorî anketeke ku li 16 welatên Efrîqayê bi 5 hezar û 600 ciwanan re hatiye kirin, ciwan dibêjin ku gendelî li hemberî paşeroja wan weke gefekê ye û dibe ku bibe sedem ji sedî 60’ê wan koçber bibin. -
Di hilbijartinên Azerbeycanê de mîna ku dihate texmînkirin, surprîz nebû
Di hilbijartinên Azerbeycanê de weke dihat texmînkirin, partiya Serokkomar Aliyev bi ser ket. Mixalefetê da zanîn ku qanûnên hilbijartinê ‘’gelekî hatine binpêkirin.’’ -
Li Nîjeryayê ji ber baranên zêde 15 kesan jiyana xwe ji dest dan
Hate ragihandin ku li başûrê Nîjeryayê 15 kesan ji ber baranên zêde jiyana xwe ji dest dane. -
Li Îsraîlê ji bo dîlgirtiyan banga greva giştî
Li Îsraîlê lîderê muxalefetê Yair Lapid û malbatên dîlgirtiyan, ji bo zextê li hikûmetê bikin banga greva giştî kirin. -
Şerê li Xezeyê: Di êrîşên Îsraîlê de 47 kesên din hatin kuştin
Wezareta Tendurstiyê ya hikumeta Hamasê ya li Şerîda Xezeyê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de nêzî 41 hezar kes hatine kuştin. -
Pûtîn wê seredana Moxolistanê bike
Koşka Kremlînê roja Înê daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de ragihand ku Pûtîn wê seredana Moxolistanê bike û anî ziman ku ‘’bi tu awayî fikarên wan tune ne’’ ku Pûtîn were binçavkirin. -
Li Efganistanê polîsên ‘exlaq’ hevkariya xwe ya bi mîsyonê NY’ê re qut kir
Li Efganistanê polîsên exlaq ên girêdayî Wezareta Avakirina Dilnizmî û Astengkirina Bêexlaqiyê, ragihandin ku êdî ew ê bi mîsyonê Neteweyên Yekbûyî ya li welêt re hevkariyê nekin.