CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Nikaragua’yê derbe li civaka sivîl: 169 saziyên din ên civakî hatin girtin
Desthilatdariya Serokê Dewleta Nikaragua Daniel Ortaga 169 saziyên din ên civakî yên sivîl girt ku rêxistina parastina zarok a bi navê Save the Children jî di nav de bû. Bi vî rengî derbeyeke din li civaka sivîl kir. -
Li Yemenê hejmara kesên di karesata lehiyê de mirin derket 16’an
Li rojavayê Yemenê lêgerîna 20 kesên piştî karesata lehiyê winda bûbûn dewam dike. Hat ragihandin ku hejmara miriyan derket 16 kesan. -
Borrell wê daxwaza cezakirina wezîrên Îsraîlî yên ku sûcên nefretê kirine bike
Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell daxuyand ku wê ji welatên endam daxwaz bike ku hin wezîrên Îsraîlî ku li dijî Filistîniyan gotinên “nefretê” bi kar anîne bên cezakirin. -
Muxafizên Şoreşê yên Îranê: Teqîn ji ber gazê pêk hatiye
Li yek ji atolyeyên Muxafizên Şoreşê yên li Îsfahan a li navenda Îranê teqînek rû da. Muxafizên Şoreşê îdîa kirin ku, teqîn ji ber gazê pêk hatiye. -
Li Burkîna Faso komkujî: Herî kêm 400 kes mirin
Hat ragihandin ku di êrîşa li Burkîna Faso ya roja Şemiyê de ku komeke girêdayî El Qaîdeyê girt ser xwe, bi sedan gundî hatin kuştin. YE'yê komkujî şermezar kir. -
Hûsiyan, ji bo rizgarkirina keştiya petrolê, agirbesta demkî erê kir
Mîsyona NY’yî ya Îranê roja Çarşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku, Hûsiyên li Yemenê ji bo rizgarkirina keştiya petrolê ya li Derya Sor ku rê li ber rîska keraseta ekolojîk vedike, li ser agirbesta demkî lihev kirine. -
Bahoza Shanshan li Japonyayê mezin bû: 3 kes mirin
Bahoza Shanshan ku bi xurtî li Japonyayê xist, li gorî agahiyên destpêkê bû sedema mirina 3 kesan. Her wiha ji bo veguhestina bi sed hezaran kesî bang hate kirin. -
Tankera petrolê ya li peravên Yemenê bû hedefa êrîşê, hîn jî dişewite
Tankera ji petrola xav a Yewnan Sounion, ku bû hedefa êrişa serhildêrên Hûsî yên Yemenî, hîn jî li Derya Sor dişewite û petrol jê diherike. -
Li Yemenê lehî rabû: 24 kes winda ne
Li rojavayê Yemenê ji ber barana zêde lehî rabû. Hate ragihandin ku 24 kes winda bûn. -
Li Japonyayê gel berê xwe dan supermarketan, xelaya birincê derket holê
Li Japoyayê ji ber metirsiya “erdheja mega" ku tê payîn rêze bager pêk bên û hefteyekê li seranserê welêt betlane ye, gel ji bo kirîna birincê ber bi supermarketan ve herikîn û ev yek rê li ber xelaya birincê vekir. -
Hêzên Ûkraynî piştî herêma Kurskê li dijî Belgorodê êrîş da destpêkirin
Hêzên Ûkraynî piştî herêma Kurskê a Rûsyayê vê carê jî li dijî Belgorodê operasyon lidar xist. -
Dewleta Tirk a dagirker li Babê nûçegihaneke AFP’ê revand, êşkence lê kir
Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nûçegihanê AFP’ê yê ji herêma Babê vedigeriya, binçavkirin û êşkence lê kirin. -
Li Sûdanê ji ber lehiyê herî kêm 132 kes mirin
Li gorî rapora destpêkê ya Wezarat Tenduristiyê ya Sûdanê ku li ser lehiya îsal hate amadekirin, 132 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lehiya ji ber barana demsalê bandor li 10 eyaletan kir. -
Li gorî Hamasê heta niha 40 hezar û 435 kes li Xezeyê hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Hamasê ya li Şerîda Xezeyê ragihand ku heta niha 40 hezar û 435 kes li Xezeyê di êrişên Îsraîlê de hatin kuştin. -
Serhildêrên Belûc li Pencapê 39 kes kuştin
Bîlançoya êrişên çekdarî yên li herêma Pencapê ya li başûrrojavayê Pakistanê giran dibe. Artêşa Rizgariya Belûcistanê (BLA) ku alîgirê serxwebûnê ye, berpirsyariya êrişê li xwe girt. -
Li Taylandê ji ber barana zêde lehî rabû, 22 kes mirin
Rayedarên Taylandî diyar kirin ku ji ber barana zêde lehî rabû û 22 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Îranê otobusa ku heciyên Pakistanî tê de bûn qeza kir: 3 mirî, 48 birîndar hene
Li başûrê Îranê otobusa ku heciyên Pakistanî tê de bûn û ber bi Iraqê ve diçû, li kamyoneke qelibî û di encamê de herî kêm 3 kes mirin û 48 kes jî birîndar bûn. -
Saziyên Rêxistinên Civakî yên Sivîl ên Çapemeniyê bang li YE’yê kirin ku zextê li Îsraîlê bikin
Nêzî 60 rêxistinên çapemeniyê yên ku azadiya çapemeniyê diparêzin bang li Yekîtiya Ewropayê kirin ku zextê li Îsraîlê bikin. -
Li Pakistanê çekdaran wesayit sekinandin: Herî kêm 22 kes hatin kuştin
Li başûrrojavayê Pakistanê kesên çekdar gelek otobus rawestandin, rêwî daxistin, piştî ku kontrola nasnameyê kirin herî kêm 22 kes qetil kirin. -
Îsraîlê rewşa awarte ragihand
Îsraîlê ji ber bersiva Hîzbûllahê ya piştî “êrîşên astengkirinê” yên li ser Lubnanê, li welêt ji bo 48 saetan rewşa awarte ragihand. -
CENTCOM: Me lîderê payebilind ê Hurras El Dîn kuşt
CENTCOM’ê ragihand ku wan yek ji lîderên payebilind ê Hurras El Dîn, Ebu Abdulrahman El Mekkî kuşt. -
Zagona ‘dilpakî’ ket meriyetê
Li Efganistanê zagona ‘dilpakî’ ku dijminê jinan e ket meriyetê. -
Kamala Harris namzetiya serokatiyê bi rengekî fermî qebûl kir
Alîkara Serokê DYE'yê Kamala Harris namzetiya serokatiyê ya Partiya Demokrat bi rengekî fermî qebûl kir. -
HRW’ê darvekirinên li Îranê şermezar kir
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) ragihand ku Îranê di nava mehekê de herî kêm 87 kes darve kirine. -
Di êrîşa Îsraîlê de rayedarê payebilind ê El Fetih mir
Hate ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser Sayda ya li başûrê Lubnanê de, yek ji rayedarên leşkerî yê payebilind ê El Fetih, Xelîl Makdah hate kuştin.